CPT wê rapora xwe ya li ser Îmraliyê piştî 6 mehan bişîne Enqereyê

Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) çûbû serdana Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda mutleq de ye. CPT wê 6 meh şûnde rapora xwe ya serdanê ji rayedarên Tirk re bişîne.

Heyeteke CPT’ê ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29'ê Îlonê de çûbû serdana girtîgehên Tirkiyeyê.

Di vê çarçoveyê de CPT’yê ji bo li ser şert û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş lêkolînê bike çûbû Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê.

Heyeta CPT’yê li ser pêşniyarên derbarê girtîgeha Îmraliyê de jî bi rayedarên Tirk ên têkildar re şêwirî. Pêşniyarên berê yên CPT'yê ji aliyê dewleta Tirk ve nehatibû bicihanîn.

Seroka heyeta CPT’yê ya çûyî Îmraliyê û 2’yemîn Cîgira Serok a CPT’yê Therese Rytter ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku ew ê di Adara 2023'an de raporê bipejirînin û bişînin Tirkiyeyê.

Rytter got, "Wê demê jî ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 meh dem jê re mihlet tê dayîn. Wê demê jî dê CPT biryarê bide bê ka dixwaze rapora xwe parve bike yan na.”

Li ser pirsa ajansa nûçeyan a der barê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de Rytter got, “Ez dikarim bibêjim em çûne serdana girtiyên li Tirkiyeyê, lê nikarim tespîtên me parve bikim. Heke rapor bi raya giştî re hat parvekirin, wê demê ev yek dê bên ragihandin.”

CPT ku herî dawî di sala 2019’an de çûbû Îmraliyê, 3 sal berê rapora xwe ya li ser vê serdana xwe eşkere nekiriye. Rytter got; “Biryara parvekirina raporeke CPT’yê (û bersiva dewletê) ne em lê dewleta endam dide. Divê mirov pirsa vê ji hikûmeta Tirk bike. Heta niha gelek dewletan li gel bersiva xwe, her wiha rapora CPT’yê jî parve kiriye. Heke dewleteke hevkariyê neke û nexwaze di çarçoveya CPT’yê de rewşa heyî baştir bike, wê demê komîte dibe ku biryara daxuyaniyê bide.”