CPT û DMME şirîkê êşkence û tecrîdê ne

Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiyê dikin, gotin ku CPT û DMME şirîkê êşkence û tecrîda giran a li Îmraliyê ne.

Kurdistanî dibêjin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji tecrîda giran a li Îmraliyê berpirsyar in û ji ber vê yekê pêr li Strasboûrgê tevî dostên xwe dest bi çalakiyê kirin.

Ji beşdarên çalakiyê Tahsîn Turk diyar kir ku ji bo şermezarkirina polîtîkayên durû û bêdengiya CPT û DMME'yê tevlî çalakiyê bûye û got, "Ji ber tecrîda 20 salan em gelekî bi hêrs in. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Jİ ber ku Ocalan ne tenê hêviya gelê Kurd e, ew hêviya bi milyonan bindestan e."

Abdullah Deger anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Tecrîd biryara welatên Ewropayê ye. Em bi rewşa Rêberê xwe nizanin. Lê ew hewl didin atmosfereke welê biafirînin ku 'Li Îmraliyê rewş baş e'. Em bi Rêberê xwe ji nû ve afirîn. Ji bo wî divê em bê navber çalakiyan bikin."

Metîn Topçû ragihand, CPT şirîkê vê êşkence û tecrîdê ye û got, "Ji vê saetê û pê ve divê em ji kesî tiştekî hêvî nekin. Ya ku Rêberê me ji tecrîd û esaretê rizgar bike, asta tevlîbûna me ya li çalakiyan e. Divê her kes hefteyê rojekê teqez tevlî çalakiyan bibe. Ji saziyên ku bûne hevparê vî sûcê mirovahiyê re dibêjim: Hûn ê ti carî nikaribin têkilî û dilsoziya me ya bi Rêberê me re bibirin."

Bedran Karacadag da xuyakirin ku ji bo durûtiya dewletên Ewropayê bîne ziman tevlî çalakiyê bûye û got, "Em Kurdên Serok Apo ne. Di her şert û mercî de ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têbikoşin. Em tî, birçî bê xew bimînin jî em ê vê bikin."

Salman Korkapan diyar kir, dewletên Ewropayê çekan didin dewleta Tirk û tecrîdê giran dikin. Korkapan got, "Mîna her carê Kurdan dikin qurbanê berjewendiyên xwe yêna boriyê. Nekarîn xwe li hatina me ya vir jî rabigirin. Bi bombeyên gazê êrîş kirin, hin kes birîndar bûn. DMME û CPT şirîkê tecrîdê ne. Naxwe eger bixwazin dikarin di cih de heyetê çêbikin û bişînin Îmraliyê."

Dayika Bedriye got, "Dema ku mijar gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd be cîhan ker û lal dibe. Lê çid ibe bila bibe em ê li dora Rêberê xwe bin. Heta ku agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin em ê her roj bên vê derê."

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka