CPT: Di serdana Tirkiyeyê de rewşa Ocalan jî hatiye nirxandin

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ragihandin ku di serdana Tirkiyeyê de ew li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî axivîne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê CPT’ê ve hatiye parvekirin, heyeta ku ji serokê saziyê Mykola Gnatovskyy  û ji encamê saziyê Dgmar Breznoscakova, Jûlîa Kozama û Vytaûtas Raskaûskas pêk tê, di navbera dîroka 4-13’ê Nîsanê de serdana Tirkiyeyê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, hevdîtin bi wezîrên wezareta Edalet, Tenduristî û Wezareta Malbat û Karê Civakî, alîkarên wezîran û di asta musteşaran de hevdîtin pêk anîne.

PIRSGIRÊKA GIRÊDANA BI  CÎHANA DERVE RE YA ÎMRALIYÊ HATIYE ROJEVÊ!

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serlêdanê de li ser rewşa nexweşên di aliyê pîskîyatrî û kesên di malên xwedîkirinê de lêkolîn hatiye kirin. Hate gotin ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin de jî hevdîtin hetiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi ‘Rayedarên saziyê’ re pirsgirêkên têkildarî Ocalan hatine nirxandin, her wiha rewşa girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê re hatine rojevê. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi taybet pirsgirêka girtiyên li Îmraliyê ‘Girêdana wan a bi cîhan der ve re’ heye.

Dîsa di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku çavdêriyên di dema serlêdanê de bi wezaretan re hatiye parvekirin, cih nehate dayn bê ka têkildarî Ocalan kîjan pirs hatiye kirin, kîjan bersiv hatiye girtin.

Di nava heyeta CPT’ê de hate diyarkirin ku şefê beşa Tirkiyeyê Mîchael Neûraûter, Sekreter Elvîn Alîyev û pisporê derûniyê û Dîroketorê berê yê Ensîtîtûya Tiba Edlî ya Ceneveryê Tîmothy Hardîng jî cih girtiye.

Navên saziyên tenduristî û sosyolojîk ên heyetê ziyaret kirine wiha ne: Nexweşxaneya Pîskîyatrî ya Edeneyê, Nexweşxaneya Pîskîyatrî ya Xarpêt, Nexweşxaneya Pîskîyatrî ya Manîsa, Nexweşxaneya Pîskîyatrîk a Edlî ya Ewlekariya Bilind a Edeneyê, Servîsa Pîskîyatrî ya Zanîngeha Yildirim Beyazit a Enqerê, Navenda Parastina Taybet a Atakoşk a Edeneyê, Navenda Rahabîlîtasyon û Parastina Şereflîkoçhîsar a Enqerê, Navenda Parastina Ji bo Endamên Astengdar a Încî Yaşam a Mêrsîn.