CPJ’ê banga berdana rojnamevanên Kurd kir

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), bertek nîşanî girtina rojnamevanên Kurd da û got: ‘’Êrîşeke bi yekserî ya berpêyî azadiya çapemeniyê ye. Divê rojnamevan tavilê bên berdan.’’

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), li ser girtina 16 rojnamevanên Kurd li Amedê daxuyaniyeke bi nivîskî ragihand. Di daxuyaniyê de got: ‘’Erkdarên Tirkiyeyê, 16 rojnanmevanên Kurd ên hefteya çûyî destgîr kirin û bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ girtin. Divê rojnamevan werin berdan.’’

CPJ diyar kir ku ew ketine hewila xwe gihandina Serdozgeriya Komarê ya Amedê lê bi tu awayî bersiva ji bo danîna têkiliyê nahê dayîn.

‘ÊRÎŞEK E BI SER AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE’

Koordînatora Bernameya Ewropayê û Rojhilatê Navîn a CPJ’ê Gulnoza Said wiha got: ‘’

 ‘’Erkdarên Tirkiyeyê, rojnamevanên li Amedê, bêyî hincet hatine girtin divê demildest berdin. Nabe ku rojnamevan bêyî hincet bên girtin, ragirtin û werin darizandin. Ev operasyon êrîşeke bi yekserî ya berpêyî azadiya çapemeniyê ye. Tirkiye divê dev ji girtina rojnamevanan bi delîlên ne tu delîl û bêyî delîl berde û dema darizandina girtiyan wek demeke cezakirinê bi kar neîne.’’