Cotmehê herî kêm 165 karker mirin

Li gorî Meclîsa ÎSÎG'ê Cotmehê herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser kuştina karkeran a Cotmehê eşkere kir.

Li gorî raporê meha Cotmehê herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate ragihandin ku di deh mehên sala 2021'ê de herî kêm 1853 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 2 jê zarok bûn û 51 karker jî di ser 51 salî re bûn.

Di raporê de hate gotin, karker herî zêde li Stenbol, Kocaelî û Antalyayê mirin.