Ciwanên Kurd li Parîsê dagirkerî protesto kirin

Ciwanên Kurd li Parîsê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Ciwanên Kurd ên li Parîsê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber Kûleya Eyfelê ya Qada Trocaderoyê protesto kirin.

‘JI KURDISTANÊ BITEQIZE!’

Li ber Kûleya Eyfelê ya ku ji her dera cîhanê tûrîst tên, di destê êvarî de çalakî hate lidarxistin. Pankarta ‘Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê biteqize’ hate vekirin. Ciwanan bi cilên bi xwîn mîzansek pêşkêş kirin. Bi dengê bomberdûmanên balefirên şer xwepêşandan hate hate kirin û ciwanan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk Kampa Mexmûrê bombe kiriye û sivîlan qetil dike.

Di axaftinan de hate diyarkirin bloka faşîst a AKP û MHP’ê li Başûrê Kurdistanê û Xakurkê jî êrîşên xwe yên qirêj didomîne.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘DAÎŞ û Erdogan yek in’ bi dawî bû.