Ciwanên Kerkûkê beşdarî pêngava azadiyê bûn

Meclîsa Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê ragihand ku li dijî dagirkerî, tecrîd û faşîzmê ew tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin.

Têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê, komek ji Meclîsa Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de tecrîda 21 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate ragihandin, ku li gel tecrîda li Îmraliyê polîtîkaya qirkirinê li ser tevahiya Kurdistanê tê ferzkirin.

Ciwana diyar kirin ku Ocalan bi fikir û felsefeya xwe pergal û jiyaneke nû ji bo mirovahiyê diafirîne û got, "Vê yekê hêzên hegemonîk û statukoparêz tirsand. Dewletên ku li ser pişta gelan desthilatdariya xwe ava kiriye, ji hebûna Rêber APO ditirse. Ji ber vê yekê tecrîda girankirî ya Îmraliyê roj bi roj li ser Rêber APO tê şidandin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tecrîd li ser ciwan, jin, dayik, zarok, pîr hwd. bi şêwazên cûr be cûr tê rêvebirin. Tecrîd bi esasî navenda şer û qirkirinê ye. Dagirkeriya Tirk hemû hêz û nêrînên xwe ji wir digire. Li ser vê yekê, êrişê dibe ser her devera Kurdistanê. Êrîşî çand, ziman, axa me dike. Têkbirina tecrîdê bidawîkirina dagirkeriya Tirk e.

Em ciwan û jinên ciwan ên Başurê Kurdistanê didin diyar kirin ku, tecrîda ku li ser Rêber APO heye li ser Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin û li dijî tecrîdê em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin. 

Em tevlîbûna xwe ya pêngava KCKê ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' ji vir didin diyar kirin. Em wek ciwan û jinên ciwan ên Başurê Kurdistanê bi şîara, 'Bi ruhê Cenga Heftanînê Dagikeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze' tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo dibin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ciwanên Başûrê Kurdistanê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li dijî tecrîd û dagirkeriyê li her navçe û bajaran dakevin qadan û çalakiyan bikin.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hemûyan hate kirin ku bi xurtî tevlî pêngavê bibin û hate gotin, "Divê hemû ciwan rola xwe ya pêşengiyê ji bo têkbirina dagirkeriyê û parastina Kurdistanê bi cih bînin."