Ciwanên HDP'yî li dijî 'pêgirîbûnê' kampanya dan destpêkirin

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya, ''Em heq ji pêgirîbûnê derkevin, jiyana nû ava bikin'' kampanya dane destpêkirin.

Kampanya li navçeya Sûrê ya Amedê li otêleke hate destpêkirin.

Nûnerên TJA'yê, rêxistinên navçeyê yên HDP'ê û DBP'ê, Piştevnaiya Xwendekaran a Zanîngeha Dîcleyê û rêxistinên civaka sivîl jî li daxuyaniyê hazir bûn.

Kampanya li dijî pêgiriya madeyên tiryakê, fihûşê û pişaftinê hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk ciwan kirine hedefa xwe, li Kurdistanê û Tirkiyê, li metropolan polîtîkayên gemarî têne kirin, bi van polîtîkayan mudahele li hemû qadên jiyanê yên ciwanan tê kirin, dewlet bi hemû amûrên xwe ciwanan ber bi deverekê ve tehf dide. Bi berdewamî hate gotin, ''Bi polîtîkayên şerê taybet ciwan ji rastiya wan a civakî têne qutkirin, wan dixin nav çirava madeyên tiryakê, fihûşê û sîxûriyê. Di serî de li Kurdistanê bikaranîna madeyên tiryakê û fihûş pir zêde ye. Hema hema li her kuçeyê madeyên tiryakê tê firtoin û fihûş tê kirin.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin polîs û leşkerên Tirk çavê xwe li bikaranîna madeyên tiryakê, li fihûşê digirinû hate gotin ,''Ev polîtîka bi zanebûn tê kirin û ciwanan dixin çiravê. Şêniyên taxê û xebatkarên meclîsa ciwanan dema ku li dijî van polîtîkayan hewestê nîşan didin û dixwazin mudahele bikin, polîs wan asteng dikin.''

Di daxuyaniyê der bi domdarî hate gotin bi van polîtîkayan tê xwestin ku di serî de ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanan ji rastiya wan a civakî qut bikin,wan bêrêxistin bikin û bîrewer nebin.

Herî dawî wiha hate gotin: ''Li dijî madeyên tiryakê û fihûşê têkoşîneke bi zanebûn û rêxistinî pir hewce ye. Em xwedî vê hêz û zanebûnê ne, rêça ku em li pey in gelek caran ev pêk aniye. Em ê jiyan û dahatuya xwe ava bikin.''