Ciwanên HDP’ê li dijî qirkirina siyasî meşiyan

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê şermezar kirin. Ciwanên ku meşiyan, bi êşkenceya polîsan hatin destgîrkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê ku di nav de rêveber jî hebûn hatibûn destgîrkirin. Li navçeya Şîşli ya Stenbolê ciwanan destgîrkirina gelek kes ku di nav de rêveber û ciwan jî hebûn, bi meşekê protesto kirin.

Ciwanên ku li dijî qirkirina siyasî li Taxa Xarbiye meşiyan gelek caran dirûşmên "Bi destgîrkirin û zextan nikarin me bitirsînin" û "HDP hêvî ye, hêvî li ber xwe dide" berz kirin, pankartên "Maf û rewatiya me nayê darizandin, hûn nikarin têkoşîna me neqanûnî bikin” , “Demildest hevalên me serbest berdin" hatin hildan.

Polîsên ku xwestin meşê asteng bikin, gelek kes bi paş ve kelepçe kirin û bi îşkenceyê destgîr kirin. Polîsan ciwan li wesayîtên sivîl siwar kirin. Di dema destgîrkirinê de ciwanan dirûşma "Zext nikare me bitirsîne" dubare kirin.