Ciwanên DGH'ê li dijî tecrîdê li Stenbolê gelek çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sê navçeyên Stenbolê gelek çalakî kirine.

Di daxuyaniya Koordînasyona DGH'ê de tê gotin, çalakî ji hêla 'Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Baran' ve hatine kirin.

Hate diyarkirin, çalakiyên li navçeyên Sultangazî, Tûzla û Beyoglû yên li Stenbolê bi mebesta protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin.

Di daxuyaniyê de agahiyên li ser çalakiyan wiha hatin rêzkirin:

"24'ê Mijdarê êvarkî yekîneyên me li taxa Esentepe ya Sûltangaziyê li dijî wesayiteke zirxî ya polîsen Tirk ên dagirker çalakiyeke bi bombeya bideng pêk anîne.

24'ê Mijdarê êvarî yekîneyên me li kolana Tersaneyê ya navçeya Beyoglûyê kargeheke ku parçeyên pêvek difiroşe şewitandine. Di vê çalakiyê de kargeh bi temamî hatiye şewitandin.

29'ê Mijdarê li taxa Esentep ya Sûltangaziyê polîsên Tirk tax dorpêç kirin, yekîneyên me bi bombeyên bi deng bersiv dane wan. Yekîneyên me demeke dirêj li dijî polîsên Tirk li ber xwe dane.

3'ê Kanûnê li dijî polîsên ku taxa Esentepe dorpêç kirine çalakiyeke bi bombeyên bi deng pêk anîne. Piştî çalakiyê demeke dirêj yekîneyên me li dijî polîsên Tirk li ber xwe dane.

5'ê Kanûnê li Sîteya Sanayiyê ya Organîze ya Çerm a Orhanli ya li navçeya Tûzlayê yekîneyên me febrîkayek şewitandine. Di çalakiyê de febrîkeya tûtinê bi temamî hatiye şewitandin."