Ciwanên Babê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Ciwanên ji bajarê Babê xwestin, hêzên asayîşê yên dewleta Tirk ji bajêr derkevin.

Ciwanên ji bajarê Babê, zextên hêzên asayîşê yên dewleta Tirk ên li ser gel protesto kirin û xwestin ji bajêr derkevin.

Dewleta Tirk a dagirker ku du sal in Bab dagir kiriye, zexteke giran li gelê bajêr dike. Li bajêr hema hema her roj teqîn û şer rû didin. Hemû hêzên asayîşê, polîs û leşkeriyê di kontrola dewleta Tirk de ne. Hêzên asayîşê yên ser bi dewleta Tirk zexeke giran li gel dikin. Ciwanên ji Babê li navenda bajêr li hev civiyan û hêzên asayîşê protesto kirin. Ciwanan ji bo azadiya Babê dirûşm qîriyan û xwestin, hêzên dewleta Tirk ji bajêr derkevin.