Ciwan xwedî li rastiya xwe derdikevin

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yûsûf Aliş diyar kir ku ew li dijî kirinên antîdemokratîk têdikoşin û got “Ciwan xwedî li rastiya xwe derdikevin.”

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kongreya xwe ya asayî ya 3’emîn bi şîara ‘Niha dema ciwanan e’ di 26’ê Kanûnê de li Amedê li dar xistibû.

Endamê Meclîsa Ciwan a Stenbolê Yûsûf Aliş diyar kir ligel ku zext hebûn jî kongreyê hêviyeke mezin da ciwanan û got “Pêvajoya kongreyê ji bo me hemûyan bû hêvî. Me hemûyan enerjî û coşa kongreyê hîs kir. Lige ku zext,ablûka, destgîrkirin û li 5 cihan kontrol hebû jî me kongreya xwe li dar xist. Ligel ku li ser Kurdistanê ev qasî dagirkerî heye ciwanan diyar kirin ew hene û rastiya xwe ji bîr nekirine. Di kongreyê de min dît ku mirov ji ber ku bûne şahidê vê coşê giriyan. Me ciwanan nîşan da ligel ku zindan, sirgun û qetlîam heye jî em pêşengtiya têkoşînê dikin.

LI TIRKIYE Û KURDISTANÊ EM LI GELEK QADAN IN

Aliş diyar kir ku Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li gelek bajar û qadên Tirkiye û Kurdistanê têdikoşin û got “Em di vî warî de him xwe bi pêş ve dibin û him jî jiyana pergalê red dikin. Em li hemberî tiryak, bêkarî, zext û polîtîkaya şerê taybet têkoşîna xwe didomînin. Ji bo bîranîna hevala me Denîz Poyraz me tûrnûwaya fûtbolê li dar xist û ciwanên ji gelek qadan hatin ba hev. Ji bo ku em polîtîkayên qirêj û bêexlaq ên pergalê pûç bikin, çi ji destê me tê em dikin û em ê bikin.”

ROJA ROJA YEKÎTIYÊ YE

Aliş qala êrişên li ser HDP’ê jî kir û got “Êrişên li ser partiya me di heman demê de tê wateya rastiya li hemberî Kurdan. Em vê pergalê baş nas dikin. Beriya rûniştin doza hevala me Denîz Poyraz, di salvegera qetlîama Roboskiyê de êrişî avahiya partiya me ya li Bahçelîevlerê hate kirin. Dibe ku li wir hevalên me bihatina kuştin jî. Her roj di warê fîzîkî de em dişopînin û her roj jî dixwazin me bikujin. Li ber avahiyên partiya me her roj polîsên sivîl hene û dizanin kî dikeve hundir û kî derdikeve lê nizane ev kesên çekdar kî ne ku dikevin avahiya me! Di pêvajoya şehadeta heval Denîz Poyraz de jî me dît zimanê nefretê ku pergalê li ser me ava kiriye, dibe sedema ku êrişî me bikin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne bi tenê li Îmraliyê heye, ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd heye. Her roj li her qadê em vê tecrîdê dijin. Roja roja xwedîlêderketina nirxan û yekîtiyê ye.”