Civînên li Ewropayê yên li ser hilbijartinê dewam dikin

Li Ewropayê, karê HDP'ê yê li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi berfirehî dewam dike.

Li paytexta Elmanya Berlînê, karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê dewam dike. Li navçeyên Wedding, Kreuzberg, Spandau û Schoeneberg ên Berlînê, ji bo HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş stand hatin danîn. Bi sedan belavok hatin belavkirin û Hozan Aydin jî bi stranên xwe reng da çalakiyê.

Karê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi civîna gel a herêma Mêrdînê dewam kir. Civîn li Mizgefta Mezopotamyayê ya Neukoellnê pêk hat ku nûnerên Mêrdîniyên li Berlînê raporên xwe yên li ser karê heftane pêşkêş kirin. Şaredarê berê yê Gimgimê yê HDP'yî Huseyîn Guneş jî ji bo poiştgiriyê tevlî civînê bû.

Di civînê de hate bibîrxistin ku bi hezaran Mêrdînî li Berlîn û derdora wê hene û berpirsyarên komîsyon û rêxistinbûna malbatan hatin diyarkirin. Meleyê Mizgefta Mezopotamyayê Mele Dawûd Oseme ku bi xwe ji Mêrdînê ye, di civînê de axivî û işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê kir.

BAD FALLINGBOSTEL

Li bajarê Bad Fallingbostel ê Elmanyayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîneke gel hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî civîna li Mala Êzidiyan bûn. Ji bo destekkirina HDP'ê û namzetê wê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê hate kirin.

ULM

Li bajarê Ulm ê Elmanyayê, ne tenê li salonan, her wiha li kolan û meydanan jî karekî berfireh ê hilbijartinê tê kirin. HDP'ê ku ji bo birin û anîna dengdêran gelek otobus kirê kir, doh li navenda bajêr standa agahdarkirinê danî.