Civîna li dijî Kurdan!

PDK îdîa ku ew dostê Tirkiyeyê ye lê wezîrên karên derve yên Tirkiye, Îran û Iraqê li DYA’yê bi hev re civiyan û li dijî referandûma ku tê plankirin ku di 25’ê Îlonê de were kirin, daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Wezîrên Karê Derve yên Tirkiye, Îran û Iraqê li DYA’yê li New Yorkê bi hev re civiyan û referandûm nîqaşkirin a ku plansaziya wê tm kirin ku di 25’ê Îlonê de were pêkanîn.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî piştî civînê, têkildarî referandûmê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Îranê di daxuyaniya hevpar de tê gotin ku ‘Wê referandûm alîgiriya gelê Kurd û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal neke’ û xwestin ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê dev ji biryara referandûmê berdin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, referandûma li Bakurê Iraqê li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye û wê rê li ber şerên nû veke.

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li hemberî referandûmê wê tedbîrên hevpar werin stendin. Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Iraq û Îranê diyar kirin ku ew li dijî referandûmê ne û hişyariyê didin Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku bila dev ji referandûmê berdin.”

‘EM NAXWAZIN NAVBERA ME Û TIRKIYEYÊ XERA BIBE’

Rayedarên PDK’ê û çapemeniya PDK’ê li ser AKP’ê qayîl nabin. Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pirsên rojnamevanan bersivand û got: “Peyama me ya ji Tirkiyeyê re ev e: Em naxwazin têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re xera bibe. Berevajî vê em dixwazin têkiliyên xwe yên bi hev re xurttir bikin.”

HEKE GARANTORÎ HEBE…

Barzanî têkildarî bazariya li ser referandûmê jî gotibû: “Heke garantoriyeke xurt hebe, em ê wê garantiyê red nekin. Em ê li ser wê bifikirin.”

Di heman demê de artêşa Tirk jî ji bo tehdîtkirina referandûmê ‘tatbîkata’ ku di 18’ê Îlonê nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê dabû destpêkirin, di roja 4’emîn de didomîne.