Civata Giştî ya HDK'ê: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari li Civata Giştî ya HDK'ê axivî û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî faşîzmê kir. Hatîmogûllari got, "Me bi hev re destpê kir, em ê bi hev re bi ser bikevin."

Kongreya demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Li dijî faşîzm û mêtingeriyê em di nava meclîsên demokratîk de bigihêjin hev. Bi civaka azad û rêxistinb^yî em jiyaneke nû ava bikin" li Stenbolê Civaka Giştî ya 12'emîn lidar xist.

Civata Giştî ku doh bi Civata Jinê ya HDK'ê destpê kir, di roja duyemîn de bi beşdariya meclîsan hemûyan dewam kir.

Hevberdevkên HDK'ê Esengul Kiliç û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu û Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst Canan Yuce tevlî Civata Giştî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyonek ji peyamên Hevberdevkên destpêkê yên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu hate nîşandan.

Endama Desteya Dîwanê Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di destpêka kongreyê de axivî û diyar kir ku HDK wê bi vê civatê re gaveke din ber bi pêş ve biavêje.

Hatîmogûlari bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got, "Me bi hev re destpê kir, em neçar in ku bi hev re bi ser bixînin. Kongreyeke welê ye ku li dijî zext û neheqiya mêtinger ferz dikin, armanca avakirina welat û cîhaneke aştiyane, azad û wekhev e. HDK xwe weke tifaqa dîrokî ya bindestan pênase dike. Felsefeya damezrandinê ya HDK'ê bi vî rengî ye. Li dijî du blokên bingehîn ên serdestan, me rêya sêyemîn destnîşan kir û ji bo avakirina Komara Demokratîk afirandina rêxistiniya dînamîk a civakî danîn ber xwe."

Hatîmogûllari bi dewamî işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd divê bi dawî bibe. Birêz Ocalan îradeya gelê Kurd e, rêbereke ku ji bo çareseriya pirsgirêkên gelan ên Rojhilata Navîn modela çareseriyê afirandiye. Lewma divê karên ji bo bidawîkirina tecrîdê bêne zêdekirin."

Di dewama axaftina xwe de Hatîmogûllari anî ziman ku di vê pêvajoya hilbijartinê de bersiva li pirsa 'di têkoşîna dijî faşîzmê de wê çawa xwe bigihîne potansiyela xwe' bingeha nîqaşên li nava HDK'ê ye û got, "Berxwedana demokratîk û armanca me ya damezrandinê bi şênberî nîşand ide ku bi afirandina derfetan û amûrên wê dikarin bêne bicihanîn."

Civata Giştî li çapemeniyê girtî dewam kir.