Civata Giştî ya 11’an a HDK’ê dawî bû

Li Avcilarê Civata Giştî ya 11’an a HDK’ê bi dirûşma ‘Jiyana nû wê bi ser bikeve’ pêk hat. Di desteyê de ji bo Hevberdevkiyê jî Esengul Demîr û Cengîz Çîçek hatin hilbijartin.

Civata Giştî ya 11’an a Kongreya Civaka Gelan (HDK) bi dirxûşma ‘Jiyana nû wê bi ser bikeve’ pêk hat, bi dawî bû. Civaka Giştî ya li eywana li Avcilarê pêk hat, piştî navbera nîvro û şûnde bi nîşandan sînevîzyonekê dewam kir. Piştre jî raporên xebat û kar ji aliyê endamên Meclîsa Giştî ve hate parvekirin.

Lîsteya Komîsyona Mutabkat a Desteya Giştî ya bi delegeyan re hate amadekirin û parvekirin, bi piraniya dengan hate erêkirin. Ji bo hevberdevkiya HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek hatin hilbijartin. Her wiha Meclîsa Giştî ya HDK’ê ku ji 105 kesan pêk tê, ji nû ve hate hilbijartin.

Hevberdevka HDK2ê Esengul Demîr axivî û diyar kir ku ew neçarin hatina ba hev bihêztir bikin, ji derveyî vê ti rêyeke din nîne û got: “Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”

Piştre jî berdevkê din Cengîz Çiçek jî axivî û bal kişand ser têkoşîna hevpar.

Piştî axaftinan û şûnde deste bi encamnameyê bi dawî bû.