Cilên gelêrî yên Kurdî modaya li Moskowayê xemiland

Li Moskowa Pêşbaziya modaya bilind ya Ewro-Asya yê cilên neteweyî pêk hat. Cil û bergên Kurdî weke yek ji cilên herî bedew hate hilbijartin.

Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê bi beşdariya gelek neteweyên cuda pêşbaziya modaya bilind a Ewro-Asya ya cilên neteweyî hat li darxistin.

Di pêşbaziyê de ku li avahiya Mala Neteweyan hat li darxistin bi pişgirî û alîkariya Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî a Kurdên Rûsyayê cil û bergên Kurdî jî hatin nîşandan.

Neteweyên li Rûsyayê li gor çanda xwe ya neteweyî û erf û adetên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn.

Di pêşbaziyê de cil û bergên deh herêmên Kurdistanê hatin nîşandan.

Di pêşbaziyê de cilên Kurdî yek ji cilên herî baş û bedew hate hilbijartin.

Her wiha cilên Kurdî di grûba cihê de kete rêza duyemîn.

Di dawiya bernamê de komîteya dengdayinê xelata serketinê radestî koma ji cilên Kurdî kir.