'Cih diguhere lê berxwedan her dewam dike'

Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan destnîşan kir, berxwedana ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd tê meşandin, li her qadê di nava her şert û mercî de dewam dike û got, "Li Heftanînê, yan jî li zindanan. Cih diguhere, lê berxwedan naqede."

Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan qala hevrêyên xwe Evîn Qamişlo û bahoz Riha kir, ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li Girê Kartalê yê li qada Bektoryayê bi berxwedaneke mezin kirin ku dewleta Tirk a dagirker gelek kuştiyan bide û di encama vê berxwedanê de şehîd bûn.

Girê Kartal hem bi taybetmendiya xwe ya erdnîgarî hem jî bi bilindahiya xwe, ji bo gerîla cihekî stratejîk e. Dema ku hêzên dagirker ên Tirk ber bi herêmê ve hatin, yên ku beriya her kesî gotin 'Em ê dest ji girê Kartal bernedin' Zeynep Amanos û Bahoz Riha bûn. Evîn Qamişlo, Bahoz Riha, Zeynep Amanos, Şoreş, Gever û Hozan bi hev re bi ser dijmin ve meşiyan. Bi berxwedanê, bi şer şehîd bûn. Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan qala wan kir:

Evîn Qamişlo: Timî rû li ken bû, her tim bi moral bû. Ti carî cudahî nedixist nava hevrêyên xwe. Di dema şer de jî dilsoziya bi hevrêyên xwe re nîşan dida. Di nava şer de bêdudilî ji bo rakirina hevala-ê yên birîndar beziya. Çalak bû, kelecanî û bi moral bû.

Bahoz Riha: Yek ji wan hevalan bû ku gelekî li ser dijmin kûr dibû û ev kûrbûna xwe ya şer timî bi hevalan re parve dikir. Fedakarî û wêrekiya wî ji bo her kesî mînak bû. Ji bo her amadekariya me ya ji bo operasyonê û parastinê digot, 'ev yek derbek li dijî dijmin e'. Lêxistina derbê li dijmin tenê bi rengê fîzîkî nedidît. Her tedbîra gerîla ya ji bo parastinê jî weke derbeke mezin a li dijî dijmin didît.

Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan anî ziman ku dewleta Tirk bi ser neket, wê bi ser nekeve û destnîşan kir ku ku berxwedana bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava her şert û mercî de li her cihî dewam dike.

Gerîlayê HPG'ê Navdar Şerzan diyar ki rku li Heftanînê yan jî li zindanan; cih biguhere jî berxwedan naqede, dewam dike û got, "Dema ku dibêje 'min cihek qedand', bexwedan li devereke din dest pê dike, mezin dibe. Niha jî li zindanan berxwedanê dest pê kir, dewam dike. Li çiyê jî gerîla wê her tim hebe."