Cîgirê Şaredarê Heskîfê li nelirêtiya AKP'ê mikur hat û ji partiya xwe îstifa kir

Cîgirê şaredarê Heskîfê yê AKP'î Abdûllah Tarhan li karên ne li rê yên partiya xwe AKP'ê mikur hat û îstifa kir.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku piraniya şaredariyên wê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatine desteserkirin, di asteke ku xweragirtin lê nebe, karên nelirê têne kirin.

Herî dawî Cîgirê Şaredarê navçeya Heskîfê ya Êlihê Abdûllah Tarhan ê AKP'î li karên ne li rê yên partiya xwe mikur hat û îstifa kir.

Li gorî çapemeniya Tirk Abdûllah Tarhan di nameya xwe ya îstifayê de anî ziman ku li navçeyê hemû ciwan bêkar in û di rewşeke wiha de jî rêveberên AKP'ê yên li bajar û navçeyê xizmên xwe li nava karên şaredariyê û hemû saziyên cemaweriyê yên li navçeyê bi cih dike.

Tarhan her wiha diyar kir ku wî gelek caran nelirêtiya li navçeyê li nava partiya wan de ji wekîl û rayedarên din ên partiyê re gotiye, lê belê tiştek nekirine.

Serokwekîlê Şaredariya Heskîfê Abdûllah Tarhan ji ber van karên nelirê lêborîn xwest û ragihand ku ew ji partiya xwe AKP'ê îstifa dike.