Cezayê muebetê li rojnamevan Dogrû hate birîn
Cezayê muebetê û 12 sal û mehek li rojnamevan Rojhat Dogrû hate birîn.
Cezayê muebetê û 12 sal û mehek li rojnamevan Rojhat Dogrû hate birîn.
Rojnamevan Rojhat Dogru bi îdiaya “xerakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat”, “hewldana kuştina bi qestî”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin û biryar hate dayîn. Dogru beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû.
Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xwest ji hemû “sûcdariyan” ceza li Dogru were birîn.
Parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîlê xwe kir û îdia ango sûcdariyên li ser muwekîlên xwe red kir û xwest Dogrû beraet bike.
Dadger daxwazên parêzer red kir û bî îdiaya van sûcdariyan cezayê muebetê û 12 sal û mehek cezayê hepsê li Dogru birî û biryara girtina wî da.