Cezayê girtîgehê li rojnamevan Esen hate birîn
Li Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen salek û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ji ber ku di sala 2018’an de vîdeoyek par ve kiriye û di vîdeoyê de wêneyê jineke YPJ’yî xuya dibe, bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hate kirin.
Esen di rûniştinê de bi Kurdî xwe parast û diyar kir ew bi salan de rojnamevaniyê dike û carinan nûçeyan li ser hesabê xwe yê şexsî yê medyayê jî par ve dike.
Dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Kadrî Esen birî û ceza taloq kir.