Cezayê girtîgehê li hevserokên HDP’ê ya Tûrgûtluyê hat birîn

Li hevserokên HDP’’ê yên navçeya Tûrgûtlûyê, Mesût Hayrî Bokû û Naîle Gumuştaş, 13 sal û mehek cezayê girtîgehê hat birîn.

4’emîn rûniştina doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûrgûtlûya Manîsayê, Mesut Hayrî Bokû û Naîle Gumuştaş hatibû vekirin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê hat dîtin. Di rûniştinê de Bokû, Gumuştaş û parêzerên wan jî amade bûn.

Dozger di rûniştinê de mutalaya xwe pêşkeşî dadger kir û xwest ku Bokû û Gumuştaş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.

Parêzerê Hevserok Mesut Hayrî Bokû, Welat Zeren da diyarkirin ku ew mutalaya dozger qebûl nakin.

Parêzerê Naîle Gumuştaş, Dogûkan Ozdemîr jî di parastina Gumuştaş de wiha got: “Ji ber ku muwekîlê min rêvebera HDP’ê ya navçeyê ye, telefona wê hat guhdarkirin. Xwestin mafê wê ya azadiya siyasetê asteng bikin.

Mesut Hayrî Bokû û Naîle Gumuştaş jî xwestin ji dozê beraat bikin.

Dadegeha heyetê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”  6 sal û 3 meh ceza li Gumuştaş û 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Bokû birî. Her wiha dadgehê derbarê Bokû de biryara dewama girtina wî da.