Cezayê girtîgehê li du xebatkarên ajansa ETHA’yê hate birîn

Ji ber nûçeyên ku çêkirine û belav kirine cezayê girtîgehê li edîtora Ajansa ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihana ajansê Pinar Gayip hate birîn.

Edîtora Ajansa ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihana ajansê Pinar Gayip jî di nav de li dijî çar kesan bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ û ‘endamên rêxistinê ne’ doz hatibû vekirin. Gayip û Şahîn tevlî rûniştina dozê nebûn, parêzerên wan di rûniştina dozê de amade bûn.

Parêzer Kader Tonç diyar kir ku tê xwestin ETHA were krîmînalîzekirin û xwest muwekîlên wan were berdan. Parêzer Gulbîn Aydin jî diyar kir 3 parvekirinên Pinar Gayip nûçe ne û yek jî helbest e û ev parvekirinên li ser medyaya civakî tên krîmînalîzekirin.

Dadgehê piştî parastinan 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê da kesên bi navê Ferhat Harûn Pehlîvan û Gulsen Îmre ku ew jî di heman dozê de dihatin darizandin.

Dadgehê bi sûcdariya ‘propaganda kiriye’ jî 3 sal mehek û 15 rojan cezayê girtîgehê li Pinar Gayip û ji ber hin îddîayan 10 meh û ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li Semîha Şahîn birî.