Ceza li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hate birîn
Ji ber xebatên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ 6 sal û 3 cezayê girtîgehê li 7 kesan hate birîn.
Ji ber xebatên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ 6 sal û 3 cezayê girtîgehê li 7 kesan hate birîn.
Li Mûglayê di 11’ê Gulana 2010’an de polîsên Tirk xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt qetil kiribû. Xwedekaran li ser navê Şerzan Kûrt komeleya ciwanan vekiribûn. Ji ber bîranîn û daxuyaniyên çapemeniyê derbarê 9 kesan bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propaganaya rêxistinê kirin’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 22’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Mûglayê hate kirin.
Heyeta dadgehê bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Berna Çelebî, Zafer Alturk, Omer Fîlîtoglû, Dîlek Zengîn, Îsmaîl Polat, Yasemîn Pelît û Îbrahîm Orhan birî.