Ceylan: Pergala Îmraliyê li devereke din a dinyayê nîne

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir, Îmrali sîstemeke li dijî mirovahiyê ye ku mînaka xwe li cîhanê nîne û got, "Armanca vê sîstemê ew e ku di ser Birêz Ocalan re peyamekê bide gelê Kurd."

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan, der barê tecrîda li Îmraliyê, rageşiya li Zînî Wertê û Yekitiya Neteweyî ya Kurd axivî.

Ceylan, bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û anî ziman ku li Îmraliyê pergaleke derveyî mirovahiyê heye ku mînaka wê di cîhanê de tune ye. Ceylan da zanîn ku armanca vê pergalê ew e ku di ser Rêberê Gelê Kurd re peyamekê bide gelê Kurd û kesên ku li Tirkiyê demokrasiyê, wekhevî û jiyana wekhev diparêzin. Ceylan bilêv kir ku Ocalan bi jiyana xwe, bi fikir, raman û pêşniyarên xwe ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye mînak.

'PÊDIVIYA KURDAN BI ŞER Û RIJANDINA XWÎNÊ NÎNE'

Ceylan anî ziman ku Ocalan tevgerên Kurd hemû vexwandiye yekîtiya neteweyî û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd bibe xwedî gotin, şert e li Kurdistanê li ser esasekî demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî gav bên avêtin. Rêberê Gelê Kurd bi salan ji bo yekitiya neteweyî dixebite û bangên girîng dike."

Ceylan bal kişand ser banga Ocalan a ji bo hêzên Kurd û got, "Birêz Ocalan di nameya xwe de gotibû; 'Ev yek polîtîkaya; Kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Kurd di vê de bi ser nakeve. Fêda vê polîtîkayê li gelê Tirkiyeyê jî nîne. Divê ne PDK, ne YNK û ne jî tu partî û tevgerên kurdan nekevin nava hesaban. Fikra, 'em ê şer bikin û wê li hemberî vê yekê dewletê bidin me, ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekitiya Kurdan hebûya. Mirovên li wê derê dijîn Kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nekaribe ji bin vê yekê derkeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo hikûmeta herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê nîne. Pêdiviya Kurdan bi yekitiyê heye. Pêdiviya Kurdan a 'ev der ji min re ye, ew der ji te re ye' nîne. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye'.

Tinekirina van destketiyan, tê wateya ku gelê Kurd sedsalê din jî winda dike. Kîjan partiya ku temsîliyeta gelê Kurd dike dibe bila bibe, neçare li ser esasê vê rastiyê gav bavêje. Em nabêjin hema em sibê kongreyê kom bikin. Lê êrîşên niha tenê ne li ser perçeyekî ne, êrîşên li ser gelê Kurd in. Li her perçeyî divê li dijî êrîşên li ser hebûna gelê Kurd deng bê bilind kirin. Loma tişta ku Ocalan dixwaze bêje; heger em yekîtiya neteweyî çênekin wê tenê ne Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê destketiyên Kurdistanê hemû winda bikin."

'DAXWAZA HEVPAR YA GEL YEKÎTÎ YE'

Ceylan destnîşan kir ku di dîrokê de jî hatiye xuyakirin ku eger Kurd li hev dicivine dengê wan bêhitir bilind bûye û got, "Ji ber ku Kurdan yekitiya xwe ava nekirine, Kurd hatine qetilkirin, kuştin, bajarên Kurdan hatine wêrankirin, talankirin û dagirkirin. Eger îro Kurdan yekitiya xwe avakirîba li Kerkûkê me êş nedikişand, li Efrînê komkujî û qetilkirin di serê me de nehatiba. Eger îro em siyaset û di hemû aliyan de yekitiya xwe ava nekin û nebin yek em ê rojên giran bijîn. Hêzên dagirker ji vê rewşa Kurdan sûd distîne. Mafê ti hêza Kurd nîne ku sed sal din li Kurdan bidin winda kirin. Ji bo vê yekê jî daxwaza hevpar a gelê Kurd yekîtî ye û divê rojek ji rojek zûtir em yekitiya xwe ava bikin."

'AQILÊ SELÎM'

Ceylan bal kişand ser rageşiya li herêma Zînî Wertê û got: "Piştî ku PDK'ê şewba Covîd-19 weke hincet nîşan da û hêzên pêşmerge şandin herêma Zînî Wertê di navbera partiyên Kurd de aloziyeke mezin rû da. Her çiqas raya giştî ya Kurd bertekên tund nîşan dabin jî heta niha PDK'ê ti gav ne avêtiye. Divê hikumeta Başûr bi aqilê sêlîm tevbigere û bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkên hene çareser bikin. Eger ku li ser milê hêzek Kurd an jî parçeyekî Kurdistanê bi dagirkeran re bazirganiyê bike wê zerarek mezin bigihe xelkê Kurdistanê û di heman demê de wê partiyê bi xwe jî. Kurd winda bikin wê tevahiya Kurdistanê winda bike, eger Kurd bi serbikevin wê xelkê Kurdistanê bi ser bikevin. Ji bo wê yekê bila bazirganî û têkilî di nava Başûr û Tirkiyeyê de hebe, lê bila ev têkilî ne li ser Kurdan be. Niha tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi awayê dijminatiyê nêzî xelkê Kurdistanê dibe. Hikûmeta Başûr û xelkê Başûr neçarin vê yekê bibinin û li gorî vê tevbigerin."

'AKP'Ê ŞEWB VEGUHERANIYE FIRSENDÊ'

Ceylan destnîşan kir ku di serdema şewba vîrûsa koronayê de li gelek zehmetiyan re rû bi rû hatin û wiha got: "Hikûmata AKP'ê di vê serdemê de dikarîbû vê demê bike serdema aştiya civakî û demokrasiya welat. Lê mixabin hikûmetê ev yek di xwe de nedît û weke her demê klasîk derket û weke yên berê derket. Bi zîhniyeta faşîst, înkar û tinekirinê nêzî Kurdan bûn. Di vê serdemê de jî AKP'ê şewba korona weke firsend dît û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd kirin. Em bi israr dibêjin ku zîhniyeta Kurdan înkar dike em ê teşîr bikin. Her wiha zîhniyeta şer li Kurdan ferz dike em ê teşîr bikin. Em ê hem pêşî li siyaseta şer bigrin û hem jî pêşî li siyaseta înkarkirinê bigrin. Rêya me rêya têkoşîn û heqîqetê ye, teqez em ê bi ser bikevin."