Ceylan ê HDP'yî: Em ê nehêlin ew rojên ku faşîzma xeyala wê dike, werin

Hevserokê HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan têkilî komkujiya li ser Kurdan a li Konyayê got,''Bi rêxistinbûyinê em ê ti caran nehêlin ew rojên ku faşîzm xeyala wê dike, werin.''

Hevserokê Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan a Amedê (HDP) Zeyyat Ceylan têkilî komkujiya li Konya Meramê got tiştên ku dibin weke çûyineke taloke pênase kir û got AKP-MHP her roj bi daxuyaniyan Kurdan û HDP'ê krîmînalîze dikin. Ceylan diyar kir van 6 salên dawî gelek êrîş hatine ser partiya wan û Kurdan, bi destê faşîstan êrîş birine ser sivîlan û got, ''Di çapemeniya Tirk de her roj di nirxandinan de HDP û Kurd têne krîmînalîzekirin, wan hedef nîşan didin. Dema ku mirov van hemûyan tîne cem hev sedem û berpirs li holê ne. Ên ku her roj bi daxuyaniyê xwe me destnîşan dikin berpirsê vê ne. Faşîzm ji bo ku bi rêyên yasayî nema rê ve diçe hêzên xwe yên nehiqûqî sazkar kirine. Bi afirandina rewşa kasoê heke dixwazin deshilata xwe bidomînin ev ê di gewriya wan de bimîne. Gelê me bi teqezî wê nehêle ku ev wiha bi rehetî were kirin.''

Ceylan her wiha diyar kir, ên ku êrîş organîze kirine heke bi wê hedefê bin ku bi kuştina Kurdan, bi qedexekirina zimanê wan, nasnameya wan ji holê rakin, Kurd wê destûra vê nedin û got, ''Ne Kurd û ne jî dostên Kurdan ti caran destûra vê nadin. Ji ber ku ev beriya niha jî bûne. Hem Kurdan û hem jî HDP'ê nikarin di bin zextê de bihêlin. Lê divê mirov talokeyê bibîne. Ji bo ku mirov pêşiya vê bigire jî pêşî desthilat divê dev ji wî zimanê xwe biqere ku vê teşwîq dike. Helbet Kurd li ser zemînên demokratîk rêxistiniya xwe bikin û bersiva vê bidin. Lê niha taloke ne tenê li ser Kurdan e. Taloke li ser hemû civakên Tirkiyê heye.''

Ceylan diyar kir faşîzm her kesî ber bi pêvajoyeke taloke ve dibe û got,''Ya girîng ev e ku civak bibîne ku rewş ber bi devereke taloke ve diçe û hewl bide pêşiya vê bigire. Ji ber vê di serî de bûrokrasiya têkildar a dewletê, em bang li her kesî dikin ku bihistyar bin. Dibe ku dewlet û desthilat ji me hez neke û polîtîkaya me neecibîne lê divê dev ji polîtîkayên faşîstî yên berdest jî biqerin.

Divê medya dev ji zimanê sorkirinê biqere. Kurd û dostên wan divê hevkariya hev bikin, li dijî faşîzmê em bi hev re têbikoşin û wiha em dikarin pêşî li komkujiyan bigirin. Heke em vê bikin çi plana ku kiribin em dikarin wê pûç bikin. Heke em bêdeng û pasîf bimînin em ê bikevin pêvajoyeke girantir. Lê bi rêxistinbûyinê em ê nehêlin ew rojên tarî ku faşîzm li hêviya wê ye, werin.''