Cenazeyên du gerîlayan hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Suzan Çelik (Zîlan Tolhildan) û Hacire Yilmaz (Zinarîn Berxwedan) ên li navçeya Karazê ya Amedê di şer de şehîd bûn, hatin veşartin.

11'ê Çileyê li gundê Bogazlar ê navçeya Karazê ya Amedê, gerîlayên YJA Starê Suzan Çelik (Zîlan Tolhildan) û Hacire Yilmaz (Zinarîn Berxwedan) ketibûn kemîna leşkerên Tirk ên dagirker û şehîd bûbûn. Cenazeyê her du şehîdan duh bi şev hatin veşartin.

Malbatên gerîlayan ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn Amedê. Lê belê ji bo ku li cenazeyên gerîlayan êşkence hatibû kirin, rûyê wan parçe bûbû, malbatan nas nekirin. Li ser vê yekê testa DNA’yê hate kirin. Piştî testa DNA'yê gerîlaya YJA Starê Suzan Çelîk li gorîstana Amedê ya Yenîkoyê hate veşartin. Cenazeyê Hacîre Yilmaz jî malbatê bir Êlihê û li wir spart axê.