Cenazeyên bi dehan leşkeran anîne nexweşxaneya Çelê

Hat ragihandin ku cenazeyên bi dehan leşkerên Tirk ên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de mirine, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, herî kêm cenazeyê 21 leşkerên Tirk ên di êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Qadên Zap, Avaşîn û Metîna de mirine, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê.

Li gorî nûçeyê, leşkerên ku cenazeyên wan anîne, berê li Nexweşxaneya Seyyar ya li herêma Serê Sêvê û Bilêcan a li ser xeta sînor dihat dermankirin lê ev leşker mirine.

Dewleta Tirk ji êrîşên nû yên dagirkeriyê yên 17’ê Nîsanê û vir ve windahiyên xwe vedişêre. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a ku tê gotin çekên kîmyewî bi tundî bikar tîne, li hemberî gerîla derbên giran xwarine.

Li gorî HPG’ê di 6 mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê herî kêm 2346 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de 11 helîkopter û 2 tank jî hatine îmhakirin.