Cenazeyê şehîd Alankûş ê ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin, hat veşartin

Cenazeyê Ûlaş Alankûş ku beriya kar û barên wî yên olî bê kirin, ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin. Ji ber astengiyên polîsan, cenazeyê Alankûş bi merasîmekê ku tenê endamên malbatê tevlî bûn, hat veşartin.

Dema ku cenazeyê endamê Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) û Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Gelan (HBDK) Ûlaş Alankûş ê ku li Agiriyê şehîd bû, ji bo merasîmê anîn cemxaneya li Gaziyê ji aliyê polîsan ve hatibû revandin. Polîsan pêşiya wesayîta cenazeyê girtibû û bi hinceta ku cenaze wê bê şandina cemxaneyê, endamên malbatê bi zorê ji wesayîtê anîn xwar.

Polîsên ajokarê wesayîtê dîl girt û cenaze birin Goristana Gaziyê. Polîsan di vê navberê de welatiyên ku li ber cemxaneyê, dorpêç kir. Welatî li dijî vê yekê derketin û gotin ku parêzer û walîtiyê ji bo merasîma cenazeyê “destûr dane”, lê tevlî vê yekê jî polîsan nehiştin ku tevlî merasîmê bibin.

HATIN DESTGÎRKIRIN

Girseya ku di demek dirêj di dorpêça polîsan de ma ji bo bîranîna Alankûş dirûşme berz kirin û hêrsa xwe li dijî polîsan anîn ziman. Polîsan mudaxileyî girseyê kir û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Çinar Altan jî di nav de 10 kesan bi lêdanê û tundiyê destgîr kirin.

Girseyê bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe dan û gotin: “Gelê kedkar ê Gaziyê, me xwest em cenazeyê veşerin. Lê em bi zîhniyeta ku nehiştin em merasîma cenaze li dar bixin re rûbirû ne. Cenazeyên me revandin.” Xelkê derdorê jî bi çepikan piştgiriyê da  girseyê.

MEŞ HAT LIDARXISTIN

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî di nav de gelek kes çûn ber goristanê lê polîsan ew dorpêç kir û nehiştin tevlî veşartina cenaze bibin. Ji ber astengkirin û dorpêça polîsan cenaze ji aliyê endamên malbatê ve hat veşartin.

Piştî cenaze hat veşartin, girse heta cemxaneyê meş lidar xist. Li ber cemxaneyê polîsan dîsa êrîşî girseyê û rojnamevanan kir û li gelek kesan dan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglû bertekek tund nîşanî polîsan da.