Cenazeyê Mehmet Alî Çelebî hate veşartin

Cenazeyê Mehmet Alî Çelebî ku girtiyekî bi nexweşiya giran bû û piştî hate berdan jiyana xwe ji dest da, li Stenbolê hate veşartin.

Cenazeyê Mehmet Alî Çelebî (70) yê ku 25 sal di girtîgehê de ma, ji ber nexweşîna xwe di 25’ê Tebaxê de hat berdan, li nexweşxaneyê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Cenazeyê Çelebî ji morga Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîra Stenbolê hat wergirtin, ewilî ji bo şûştinê birin Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê û piştre jî birin Mala Cemê ya Erenlerê ya li navçeya Esenyurtê. Merasîma cenaze li Mala Cemê pêk hat. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, hevserok û rêveberên MATUHAY-DER’ê û ANYAKAY-DER’ê û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî merasîmê cenazeyê Çelebî birin Goristana Çakmakli ya li Buyukçekmeceyê. Darbesta Çelebî ya bi kefiya kesk, sor û zer hatibû xemilandin birin ser gorê û hat veşartin.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk piştî veşartina cenaze axivî û destnîşan kir ku girtiyên nexweş tevî raporên Saziya Tiba Edlî jî nayên berdan û terkî mirinê tên kirin. Çelîk got heta ew xeyala Çelebî û hemû girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dane bînin cih dê têkoşîna xwe bidomînin. 

Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî anî ziman ku girtiyên nexweş di encama polîtîkayên dewletê de terkî mirinê tên kirin û got: “Em soz didin Mehmet Alî Çelebî û hemû hevalên din, heta em jiyanek azad ava bikin wê têkoşîna me bidome.”

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî da zanîn ku Çelebî tevahiya jiyana xwe li dijî faşîzmê kir feda û ew ê têkoşîna wan bigihînin pergalek azad û adilane. Îmîr kuştina Mîhraç Mîroglû ku li Hezexê hat kuştin bi bîr xist û çi li derve çi li hundir kurd tên qetilkirin. Îmîr got ew ê têkoşîn, berxwedan û xeyala hemû cangoriyan bigihînin serkeftinê. 
 
Merasîma cenae bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû. Wê sibê saet di navbera 11.00’an û 17.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê şîna Çelebî were danîn.