NÛ BÛ-Cenazeyê Şehîd Zekî Şengalî ber bi Serdeştê ve hate birêkirin

Ji bo veşartina cenazeyê endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê yê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bibû, ji Xanesorê ber bi Serdeştê ve ketin rê.

Ji aliyê hezaran kesî ve cenazeyê Endamê Kordînasyona Êzdiyê Êzidî Zekî Şengalî ber bi Serdeştê ve birêkirin. Piştî ku cenaze gihişt Serdeşta Çiyayê Şengalê wê cenaze ji gundê Kolka li ser milan bibin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û li wir bi merasîmekî bi heybet were veşartin.

Malbata Şengalî jî ji bo tevlî merasîmê bibin gihişte Şengalê. Hevjîna Şengalî, kur, bira û malbata wî di saetên nîvroyê de gihiştin bajarokê Xanesorê yê Şengalê.

Malbat ji pêşiya Qe Laleş bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hatin pêşwazîkirin.

Li navçeya Xanesorê ya Şengalê ensafan ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî derabeyên dikanên xwe nevekirin.

Ji bo tevlî merasîmê bibin ji Mexmûrê gelek welatî çûne li Şengalê û wê beşdarî merasîmê bibin.

WELATIYÊN JI ROJAVA HATIN, JI ALIYÊ ARÊTŞA IRAQÊ VE HATIN ASTENGKIRIN

Welatiyên Bakurê Sûriyê ku ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Mam Zekî Şengalî ber bi Şengalê ve derketibûn rê, ji ber ku hêzên Iraqê destûr nedan derbasî Şengalê bibin, piştî daxuyanî dan paşve vegeriyan.