Cenazeyê Denîz Poyraz ji Tiba Edlî ya Îzmîrê girtin

Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de hatibû qetilkirin ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hate girtin.

Cenazeyê Denîz Poyraz ku îro di êrîşa çekdarî ya li HDP'a Îzmîrê hat kirin de hat kuştin, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hat wergirtin.

Parlementerên HDP'î, hevserokên bajêr û malbata Poyraz cenaze birine Midûriyeta Goristanan a li Taxa Tepecîkê ya navçea Konakê.

Cenazeyê Poyraz wê sibê piştî merasîma cenaze ya li Mizgefta Kadîfekalayê bê veşartin.

Wê Hevserokên Giştî yê HDP'ê, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, Desteya Rêvebir a Navendî û parlementer tevlî merasîma cenaze bibin.