Cenazeyê dayika Arslan li Dîlokê veşartin
Dayika Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Fatma Ayşe Arslan ku li Edeneyê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bêlqis a Dîlokê hate veşartin.
Dayika Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan, Fatma Ayşe Arslan ku li Edeneyê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bêlqis a Dîlokê hate veşartin.
Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, Fatma Ayşe Arslan ku li Edenê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bêlqis a Dîlokê hate veşartin.
Cenazeyê Arslan îro di saetên serê sibê de bi tevlîbûna parlementera HDP’ê Fatma Kûrtûlan, rêveberên HDP’ê yên Edenê û navçeyên wê û gelek kesan ji morga nexweşxaneyê hate girtin.
Piştî ku li Goristana Asrî ya Edenê wecîbeyên olî pêk anîn, ji bo helalî were girtin cenaze anîn mala wan a li Taxa Mîsîs a girêdayî navçeya Yuregîrê.
Cenazeyê ku piştre anîn navçeya Bêlqisê, li Goristana Asrî hat veşartin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan, Fatma Kûrtûlan, Ayşe Surucu, Mehmet Ocalan, rêveberên rêxistina HDP’ê ya Dîlokê û navçeyên wê di merasîmê de amade bûn.