Cenazeyê 7 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê 7 şervanên ku di cih û demên cûda yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên Şervîn Murad (Nûcan Cuman), Murad Batmaz ( Botan Têkoşîn), Azad Çetîn (Sîdra Şer), Zana û Rûmar ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, Cemal Murdî (Ronî Ciwanrû) ê ku di encama qezeyekê de li Dêrikê şehîd bûye, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîzêr (Samo Padayîf) ber ji nexweşiyê li bajarê Şamê şehîd bûye bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan  ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliYê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê YPG`ê Mihyedîn Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest. Xêrkî soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin û armancên wan da.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Şahoz soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftinê da. Hesen destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku armanca wê jî tunekirina gelê Kurd e.

Hesen wiha berdewam kir: "Pergalên desthilatdar dixwazin hebûna gelê Kurd, kesên demokrat û fikrê azad tune bikin. Lew ra êrişên li dijî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran hebûn. Lê rastiyek heye kesek nikare veşêre ew e ku fikrê serok Apo ruxmî tecrîda lê hatiye ferzkirin, li tevahiya cîhanê belav bûye."

Piştre nasnameyên 7 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên sialvkierina berxwedana şervanên QSD’ê li goristanê veşartin.