Cejna Vejînê li Kasselê hate pîrozkirin

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê bi şevekê hate pîrozkirin.

Şeva ku Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê tevlî bû, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş li şevê axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Aktaş piştî ku qala dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK'ê kir got, "Mîna ku Serok Apo dibêje, me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin."

Di şahiyê de li ser dîroka PKK'ê sînevîzyonek hate nîşandan û dûre nûnerê PYD'ê axivî.

Di dawiyê de Zozan Zûdem, koma govendê ya zarokan, hunermend Ûlaş Kanaşîn, Rotînda û komên muzîkê yên herêmî derketin ser dikê.