Candemîr ji ber gotina ‘El Kaîde’ îfade da

Rojnameger Oktay Candemîr bi hinceta di nîvîsa 25’ê Gulana 2018’an de ji bo Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar gotiye ‘El Kaîde’ li emniyetê îfade da.

Rojnameger Oktay Candemîr bi sûcê îftira û heqaret li Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Osman Nûrî Gulaçar kiriye çû emniyetê û îfade da.

Gulaçar, nivîsa Candemîr a 25’ê Gulana 2018’an de ku tê de dibêje ji wî re gotiye ^^El-Kaîde’ weke îftira û heqaret dîtiye li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê Candemîr kir.

Li ser giliyê Gulaçar, Candemîr çû qereqolê û îfade da. Candemîr nerazîbûn nîşan da û got li Wanê ji bo rojnamegerî were astengkirin ‘hemû tiştî dikin’.

Candemîr got, “Waliyê Wanê, qeyûm û AKP’yî ji bo ku min bêdeng bikin tişta ji destê wan tê dikin.”