CÎK'ê têkilî komkujiya Konyayê daxuyanî da: Xweparastin fermana Xwedê ye

CÎK'ê têkilî komkujiya li Konya Meramê ya bi destê faşîstên Tirk ên AKP-MHP'yî daxuyanî da û got, ''Êrîşeke giran li ser can, mal û milk û namûs û îmana me heye. Xweparastin fermana Xwedê ye.''

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkilî komkujiya li Konya Meramê ya bi destê nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'ê daxuyanî da.

CÎK'ê di daxuyaniyê de got, ''Bi dehan salan e ku em bi destê nîjatperestên Tirk bi hovîtî têne kuştin. Herî dawî li Konyayê, ku xwedêgiravî dîndar û muxafazkar e heft jin û zarokên bêparastin bi rengekî hovîtî hatine kuştin û şewitandin'' û wiha bang kir:

''Ey neviyên Selahattîn Eyûbî, Şêx Seîd û Bedîûzzeman heta kengê hûn ê li bara vê zilmê û hovîtî û barbariyê bêdeng bimînin!''

CÎK'ê bang li 'misilmanên dirûst' jî kir û got, ''Misilmanên dirûst; niha dema wê ye ku hûn li cem birayên xwe yên Kurd ên xwedî îman û mazlûm bin, dema wê ye ku hûn li dijî nîjatperestiya Tirkb im, dema wê ye ku li dijî hovîtiyê mil bi mil bi li cem Kurdan têbikoşin.''

CÎK'ê bi berdewamî got,''Êrîşeke giran li ser can, mal û milk û namûs û îmana me heye. Xweparastin fermana Xwedê ye. Hemû danûstandina xwe bi kesên sentezvanên Îslamiya Tirk in û nîjatperstên Tirk bibirin. Bi rih û can şerê wan bikin! Xwe biparêzin! Bersivê bidin êrîşan! Xwedê ferman daye mirov xwe biparêze. Berxwedana li dijî zilmê li me hatiye ferzkirin. Ji me xwestiye ku em minafiqan têk bibin.''