Bûyera li Hoqqabaz û nakokiyên di nava PDK’ê de

Bûyera kuştina alîkarê Konsulxaneya Tirk Osman Kose ya li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê bûye sedem ku nakokiyên navxweyî yên di nava PDK’ê de zêde bibe. Berpirsên PDK'ê bi awayek ne rasterast hevdu sûcdar dikin.

Roja 17’ê Tîrmeha 2019’an li restoranta Hoqqbaz a li bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê li dijî alîkarê Konsulxaneya Tirk Osman Kose êrîşek pêk hat. Piştre jî di ragihandinan de hate belavkirin ku Osman Kose berpirseke mezin ê rêxistina sîxûrî ya dewleta Tirk MÎT bûye û hatiye kuştin. Vê bûyerê kiriye ku heta niha nirxandin, şîrove û gotûbêjên cuda bi xwe re bîne. Rexmê ku cihê bûyerê cihek taybet e û ewlekariya wê ya li herêmê pir xurt e. Her wiha di nav xwaringehê de zêdetirê 20 kamerayên herî baş hatine bicihkirin, lê belê hêzên ewlekariyê heta niha daxuyaniyeke zelal ji raya giştî û ji bo çapemeniyan belav nekirine.

Ragihandinên girêdayî PDK’ê hê ji destpêkê ve ketin nava nakokiyan û di ragihandinên din ên Kurdistanî de jî çend kes hatin gunehbarkirin. Ew nakokiya di nava PDK’ê de hê jî didome û gihiştiye wê astê ku bi rêya çend kesayetên nêzîkî xwe êrîşê hevdu bikin. Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî bi rêya Rêbwar Kerîm Velî êrîşê kurmamê xwe Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Mesrûr Barzanî jî bi navê fermandeyê Hêzên Dijî Teror a Kurdistanê ku hêzeke nêzîkê wî tê zanîn bersiveke tund da êrîşên rojnamevanên nêzîkê Nêçîrvan.

Rêbwar Kerîm Velî rojnamevaneke nêzîkê Nêçîrvan e û di gotara xwe ya derbarê encamên bûyera xwaringeha hoqqebaz ku li ragihandina baskê Nêçrîvan de bilav kiriye vê dibêje: “Bêdengî û sistahiya dezgeha ewlekariyê di parvekirina agahiyan, bûye sedem ku ew gumane kûrtir bibe ango bûyerek qewimiye û pêwîste were veşartin.”

‘HEMÛ JÎ BERDÎLA NEGOTINA RASTIYAN DIKIŞÎNIN’

Rêbwar Kerîm bal kişand ser wê yekê ku ji ber van bûyerên ku rû dane welatiyên sivîl dibin qûrban û wiha dom kir: “Dibe li Tirkyeyê partiya HDP’ê jî bê girtin, rê neyê dayîn ku siyasetê bike. Her wiha dibe operasyoneke berfireh li dijî PKK’ê bê kirin. Piştre derket holê ku hemû jî berdêla negotina rastiyan dikişînin.”

‘RÊBWAR KERÎM BI FÎTIKA AXAYÊN XWE DIXWAZE HIKÛMETÊ LEWAZ BIDE NÎŞANDAN’

Li beramberî vê jî kesekî bi navê fermandarê Hêzên Dije Teror a Kurdistanê ku nêzîkî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî û pismamê Nêçîrvan Barzanî ye bi peyameke di bin navê ‘Bersiveke tund ji bo Rêbwar Kerîm û axayên wan’ li ser malpereke fermî ya Hêzên Dije Teror a Kurdistanê hatiye belavkirin vê dibêje: “Ev demeke Rêbwar Kerîm Welî be fîtika axayên xwe wisa li gel kiriye ku binegeh bide çêkirin ku hikûmet lewaz bide nîşandan.”

Heman demê fermandarê Hêzên Dijî Teror a nêzîkî Mesrûr Barzanî ye di dewama axaftinê xwe de ev gotiye: “Tirsa Rêbwar ewe ye ku di demek zû de dezgehên ewlehiyê duvikên axayên wî eşkere bike.”

Malpera Dije Teror piştî demek kin ew mijara bi navê ‘Bersiveke dund ji bo Rêbwar Kerîm Welî û axayên wan’ rakir.