Bûldan: Xeyala Denîzê xeyala bi milyon kesan e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Navê me Denîz e ya ku çemên berxwedanê lê dibin yek. Navê me Denîz Poyraz e. Xeyalên te yên nîvco, xeyalê milyonan e.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li meclîsê di civîna koma partiya xwe de axivî.

Bûldan got “Em gelekî xemgîn in. Rêhevala me, kedkara me ya partiyê Denîz Poyraz kuşin. Wan li rûpelên dîroka xwe ya tarî rûpelekî din zêde kirin. Wan careke din li hêviya aştiyê dan. Wan êrişî xeyalê dahatûya hevpar a gelan da. Wan îradeya me ya jiyana bi hev re kirin hedef. Em senaryoyên wan baş dizanin. Bi qetlîam, cînayetên siyasî, zilm û êşkenceyê û bi çeteyan dixwazin vê axê di nav tariyê de bihêlin. Lê tu carî bi ser neketin.

Wan tu carî hêviya aşitî û demokrasiyê netefandin û ew ê nikaribin bitefînin. Ew ê nikaribin me ji têkoşîna me ya jiyana bi rûmet dûr bixînin. Dîroka têkoşîna me, dîroka berxwedana bi rûmet e. Dîroka wan kesan e yên ku teslîmiyetê qebûl nakin. Têkoşîna me têkoşîna demokrasiyê ya li dijî tarîtiya faşîzmê ye. Rêya me aştî û azadî ye. Navê me Denîz Poyraz e. Em sozê didin te Denîz. Xeyalên te yên nîvco xeyalê bi milyon kesan e û ew ê li ser vê axê teqez bijî. Têkoşîn û cesareta te, têkoşîn û cesareta te ye. Tu ji milyon kesan re bû rêber, te rêya me ronî kir. Em soz didin te. Li ser vê rêya ku te ronî kiriye, em ê li vî welatî aştiyê pêk bînin.

Têtikkêşê ku qetlîama Îzmîrê kiriye, ne bi tena serê xwe ye. Tu kes nikare înkar bike ku hinek kesan ew rêxistin nekiriye û rê li ber wî nexistine. Li vî welatî di binê her cînayet û sûcî profîleke hevpar derdikeve holê. Profîla kujer rûyekî hevpar nîşanî me dide. Ev rûyê hevpar nefreta li hemberî nasname, çand, kultur û baweriyê ye. Ev dijminatiya li hemberî Kurdan e. dijminatiya li hemberî aştî û jinan e. Ev zimanê gefê ye, li Rojava DAÎŞ e, li Tirkiyeyê Sûsûrlûk e, mafya û çete ne, darbeya girtina HDP’ê ye. Bêedaletiya li Çorlûyê ye, li Çorûm, Sêwas, Gazî û Geziyê qetlîamên li ser Elewiyan e, talan û dizî ye. Tişta ku Denîz Poyraz kuşt ê plana rêxistinkirî ye. Ev hemû bi hev re ne. Di qetlîama Îzmîrê de şûna tiliyê van hemû tiştan heye. Wekî di yên berê de li qetlîama Îzmîrê de li ser sûc hatin girtin.”