Buldan û Temellî: Em ê bi tifaqa demokrasiyê re werin desthilatê

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî beriya kongreya mezin li gel nûçegihanan rûniştin. Hevserokan gotin, ''Heke tifaqa demokrasiyê em pêk bînin em ê werin desthilatê''.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî, Hevberdevkên HDK'ê Idîl Ugurlu, Sedat Şengolu û Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk û hevserokên partiyên pêkhateyan li Beyoglu li gel endamên çapemeniyê rûniştin.


BULDAN: KONGRE WÊ BI TEVLÊBÛN Û COŞIYEKE MEZIN ÇÊBIBE

Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan bal kişande ser zextên li ser partiya wan a beriya kongreya 23'yê Sibatê. Buldan got, ''Hedefa îro ya deshtilatê HDP ye. Ji bo vê gelek hevalên me destgîr dikin. Lê li gel vê jî em li ser piyan in. Sedema ku em li ser piyan in ew hêz e ku em ji gelê xwe distînin.''

Buldan got ew bawer dikin kongreya wan a 23'yê Sibatê wê bi coşî û tevlêbûneke mezin çêbibe, diyar kir ew kongreyê mîna bersiva herî mezin a li dijî polîtîkayên şer dibînin û got,''Em kongreyê mîna gaveke ku wê biçe desthilatê dibînin. HDP'ê di hilbijartinan de bi desteka ku dayî hêzên demokrasiyê nîşan da ku ew hêz in ku hemû planan têk dibin. Di hedefa me ya xwecih de ew hebû ku em li Kurdistanê qeyûman bişînin û li Rojava (Tirkiyê) jî destekê bidin hêzên demokrasiyê. Em di vê de bi ser jî ketin. Me şanî her kesî da bê ka HDP xwedî hêzeke çawa ye.''

Buldan her wiha bal kişande ser zextên li ser partiya  wan û got di du salan de 5 hezar kes endam, xebatkar û rêveberên wan hatine desgîrkirin, hezar ji van hatine girtin. Budan her wiha diyar kir piştî qeyûman jî 25 hevşaredar hatine girtin û qeyûm anîne ser 32 şaredariyên wan. 

TEMELLÎ BANGA ‘TIFAQA DEMOKRASIYÊ’ KIR

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de kongreya xwe li dar dixin û got ku “Li gorî me pirsgirêk bi demokrasiyê dikarin were çareserkirin. Di xebatên kongreyê de me ev tişt daye ber xwe. Di 31’ê Adarê de me hêviyeke nû da ber xwe. Divê civak werin ba hev û tifaq werin avakirin. Em bang li hemû kesan dikin ku, em dikarin di bin banê tifaqa demorasiyê de werin ba hev. Kongreya me bangeke mezin e.”

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû jî diyar kir ku desthilatdar nahêlin civak bibe kirde û ew ê kongreya HDP’ê wê ji bo vî tiştî zemîneke xurt ava bike.

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî diyar kir ku li Tirkiyeyê kêşeya herî mezin doza Kurdan e û ev mesele bi polîtîkayên ‘ewlehîparêziyê’ nayê çareserkirin. Ozturk bal kişand ser vî tiştî ku wê HDK û KCD xwe birêxistin bike û diyar bike ku ew alternatîf in.