Bûldan: Tecrîda li Îmraliyê welêt tarî dike

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê gelên Tirkiyeyê dixe nava tarîtiyê û got, "Polîtîkaya tecrîdê bûye pirsgirêkek ku divê bi lezgînî were çareserkirin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Bûldan têkildarî 'Doza Kobanê' ya li dijî rêveberên partiya wan hatiye destpêkirin, weke mezintirîn 'doza kûmpasa siyasî' ya dîroka Tirkiyeyê pênase kir.

Bûldan diyar kir ku ev doz hiqûqî  nîne, dozeke siyasî ye, dadger û dozgerê wê Qesra Erdogan e û got, "Me got! Ya bê darizandin wê HDP nebe. Yên bên darizandin xwediyê vê kûmpasê ne û bi vî rengî wê dewam bike. HDP di vê doza kûmpasê de nayê darizandin, lê bi xwe mehkeme dike. HDP di vê dozê de hesab nade, lê hesab dipirse."

Pervîn Bûldan anî ziman ku mîna doza girtinê ya li dijî partiya wan hate vekirin, ev doz jî bêbingeh e û wê têk biçe.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Bûldan bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, "Desthilatdarî her ku di polîtîkaya derve de dixitime, berê xwe dide polîtîkayên şer. Ji sala 1980'î ve operasyonên li derveyî sînor tên kirin, lê pirsgirêka Kurd girantir kir. Maliyeta vê jî li tevahiya gelên Tirkiyeyê hate birîn. Dîrokê nîşan da ku çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe, bi diyalog û danûstandinan dibe. Em banga xwe ya ji bo diyalogê careke din dubare dikin û her kesî dawetî diyalogê dikin.

Her wiha em bang li hikumeta navendî ya Iraqê jî dikin ku dest ji polîtîkayên şer ên li dijî civaka Êzidî berde. Di heman demê de hewldanên li Qamişloyê yên ji bo têkbirina aramiya gel, xizmetê ji aştiya li Rojhilata Navîn re nake, divê xwe ji vê yekê vegirin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û anî ziman ku ev tecrîd aramî û aştiyê nîne. Bûldan got, "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye gelên Tirkiyeyê dixe nava tarîtiyê. Tecrîd niha pirsgirêkeke li pêşiya me ku divê bi lezgînî bê çareserkirin. Desthilatdariya ku hiquqa navxweyî, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî tune dihesibîne, xelat xistiye nava xelekek bêhiqûqiyê. Li aliyekî bêhiqûqiya tecrîdê, li aliyê din jî binpêkirina mafên mirovan a ku li girtîgehan zêde bûye. Birîna vî welatî ye ku roj bi roj xwîn jê tê."

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Bûldan anî ziman ku girtîgeh veguherîne navendeke bêhiqûqî û kêfiyetê û got, "Bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîdê û dawîanîna li bêhiqûqiyê 152 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan edalet e, hiqûq e. Em ji vir careke idn bang dikin: Tavilê dawî li bêhiqûqiya tecrîdê bînin. Dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bînin."