Bûldan: Roja me nêz e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldana di kongreyê de axivî û diyar kir ku ew li ber guherîneke mezin in.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldana di kongreyê de axivî û diyar kir ku ew li ber guherîneke mezin in.
Kongreya Mezin a 5’emîn a HDP’ê bi şiara ‘’Çareserî bi me re ye’’ li Enqereyê dest pê kir. Hakki Sarûhan Olûç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji bo hevserokatiya dîwanê, Dersîm Dag, Serpîl Kemalbay û Necdet Îpekyuz jî ji bo endamtiya dîwanê hatin hilbijartin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di kongreyê de axivî, silav li beşdaran kir û da zanîn ku ew ji kesê re bîat nakin.
Pervîn Bûldan got ku bi mezinkirina têkoşîna jinan a roj bi roj wan rê li ber temsîlkariya bi wehkevî ya di siyasetê de vekiriye û wek partiyeke jinan mixelefeta jinan kiriye hêza bingehîn a siyaseta demokratîk û diyar kir ku hêza guherîn û çareseriyê HDP ye.
LI BER DESTHILATDARIYA ZILMKAR EM Ê BI MAZLÛMAN RE BIN
Bûldan anî ziman ku ew ê li dijî desthilatdariya zilmkar bi bindestdan re bin, bi destê her kesê bigirin û yên tên biwêdekirin û neheqî li wan tê kirin tevan bînin HDP’ê û da zanîn ku hêvî û bendewariya ji HDP’ê roj bi roj zêde dibe.
TIFAQ
Pervîn Bûldan bi lêv kir ku bi tifaqa demokrasiyê û tifaqa bi partiyên Kurdistanî re hêvî yekcar zêde dibe, lewma bila şik û gumana tu kesê jê nîn be ku wê HDP rolê xwe yê çareseriya di siyaseta demokratîk de bi xurtî bilîze û soza tacîdarkirina bi serkeftina demokratîk a gelan a serdema dawîn da.
ÇARESERNEKIRINA PIRSGIRÊKA KURD ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI BER DEMOKRATÎKBÛNA KOMARÊ YE
Bûldan derbirî ku astengiya herî mezin a li ber nedemokratîbûna komarê çaresernekirina pirsgirêka Kurd e û bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê dibêje; ‘’Ez ê di hefteyekê de ez pevçûnê rawestînim’’ aloziya neçareseriyê yekcar zêde bû.
HÛN NIKARIN DESTKEFTIYÊN KURDAN JI HOLÊ RABIKIN
Bûldan wiha bi axaftina xwe de çû: ‘’Bi polîtîkaya dagirkeriyê û derve ya li dijî Kurdan hûn nikarin destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin. Rojhilatê Navîn û Sûriye ne bi fam û feraseta we lê wê bi yekîtiya gelê Kurd û tifaqa demokratîk a bi gelên li herêmê re berdewam bibe. Dîrok jî bi me re û ba jî ji aliyê me ve tê!’’
RÊYA ÇARESERIYÊ
Bûldan destnîşan kir ku çareserî bi welatîbûna bi wekhevî, perwerdeya bi zimanê zikmakî, demokrasiya xwecihî ya bi hêz û bi rakirina ji holê ya xerakirina pergala darazê mimkûn e û cihê çareseriyê parlamento ye.
ÇARESERÎ BI ME YE
Pervîn Bûldan bi lêv kir ku ew ê meydanê ji siyaseta pevçûnxwaz re nehêlin û îşaret bi wê yekê kir ku wê serdema siyaseta çareser nake bi dawî û roja HDP’ê were.
JI GUHERÎNEKE MEZIN RE PIR NEMAYE
Bûldan her wiha da xuyakirin ku wê hilbijartin bibin. Lê ev hilbijartin ne ya hilbijartina serokkomar û serokwezîran lê hilbijartina guhertina pergalê û avakirina pergaleke nuh a bi wekhevî ya demokratîk e û got ku wê HDP encama hilbijartinan diyar bike.
Pervîn Bûldan ber bi dawiya axavtina xwe ve ev gotin kirin: ‘’HDP ne pir e ku hûn di ser re bibuhurin. Rêya HDP’ê ya rêya sêyemîn e. Tifaqa bi hêzên demokrasiyê re ye.’’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’ Çareserî em in, me soz daye. Ez we bi hez û hurmet silav dikim. Rêya me û we tevan vekirî be! Xocê Xizir bi we re be! An biserketin, an biserketin! Biserketin ya me ye. Jin Jiyan Azadî!’’