Buldan: Me xwe di ber rêveberiya welêt re kiriye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ya li Enqerê axivî, diyar kir ku wan xwe di ber rêveberiya welêt re kiriye, ew ê li ber zextan bi paş ve gav neavêjin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo plansaziya serdema pêş kom bû.

Jinên HDP'yî bi seroktiya Hevserok Pervîn Buldan li hev civiyan. Buldan beriya civînê axivî û got, ''Divê were zanîn ku hedefa me pir mezintir e.''

Bulan got,''Me jinan îro xwe di ber rêveberiya welêt re kiriye. Ev hêza me heye, ev rêxistiniya me heye. Helbet, desthilata nêr a yekreng a berdest, hay ji vê hêza me heye û ji ber vê, ji aliyekî ve li dijî tevahiya civakê têdikoşe û li aliyê dî li dijî me jinan têdikoşe.

Buldan bi berdewamî bal kişande ser zextên li ser jinan û HPD'ê, diyar kir, jin ji vê polîtîkaya zextê ya li ser wan bi rengekî xurt derketine, ew ê destkeftiyên xwe bi hêviya wan ve nehêlin û di ti şertî de bi paş ve gav neavêjin.

Buldan her wiha got, ''Dîsa bi vê armancê, ji bo ku siyaseta jinan û bi giştî derfeta siyasetê ya hemû çewisandiyan tasfiye bikin, doza girtinê li HDP'ê hatiye vekirin. Armanca wan ew e ku jinan bêdeng bikin, dengê çewisandiya bibirin, daxwaza demokrasî, aştî û dadê asteng bikin. HDP ji roja ku hatî damezirandin û wir ve li pey polîtîkayên aştî û çareseriyê çûye.''

Buldan her wiha bal kşişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Desthilat ji bo ku vê rejîma zextê bidomîne tecrîda girankirî didomîne. Tecrîd û problemên giranbûyî yên li girtîgehan rojeva lezgîn a vî welatî ne. Tecrîda ku rê li diyalog û muzakereyan girtiye, li pêşiya demokratî, dadmendî, aştiya civakî, jiyana hevpar asteng e. ''

Buldan bi berdewamî got, ''Polîtîkaya tecrîdê li ber jiyanê asteng e. Her wiha bi encama vê polîtîkayê li girtîgehan bi hêviya mirinê ve hatiye hiştin.''

Têkilî deklarasyona HDP'ê jî Buldan got, ''Partiya me wê helwesta xwe ya li bara pirsên sereke yên Tirkiyê û rojevên lezgîn û rêyên çareseriyê 27'ê Îlonê ragihînî. Xwediyê herî xurt ê vê deklarasyonê helbet dîsa wê jin bin. Em ê bi azwerî, inyad, sebr û hezkirinê bixebitin. Û ji tişta ku heta niha me bi dest xistiye zêdetir bi ser bixin û diyarî hemû jinên welêt û jinên cîhanê bikin.''