Bûldan: Em ji sala 2015’an ve van qetlîaman dizanin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşa li Stenbolê û got “Em ji qetlîamên li Enqere, Pirsûs, Amed û Dîlokê yên di sala 2015’an de dizanin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe rojeva heyî nirxand. Bûldan, ji ewil êrişa li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ku 6 kes hatibûn qetilkirin şermezar kir û wiha got: “Desthilatdarî hewl didde rastiyên teqîna li Taksîmê veşêre û tune bike. Mejiyê ku hêj di destpêka vê hovîtiyê de serî li manîpulasyonê da û ji operasyonên binhişê hêvî kir, bi astengkirina medyaya civakî û qedexeya weşanê re hewl da pêşî li ber gelên Tirkiyeyê bigire ku rastiyê hîn nebin. Lê demekî kin piştre derket holê ku êrişeke bombeyî û komkujiyeke bêrehm e.”

 PARTIYA ME JI BO WELATEKÎ BÊ ŞER BERDÊLÊN GIRAN DIDE

Bi domdarî Bûldan ev tişt anî ziman: “Divê di serî de her kes bizane ku partiya me ji bo welatekî bêtundî, bêşer û ji bo azadî û wekheviyê têkoşiya û bedelên giran da. Bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê re jî rasterast bû hedefa vê tundiyê. Her tim li dijî êrişan bû û niha jî wê li dijî êrîşan be. Ji bo ku ev êşên em dikişînin bi dawî bibin, bi qasî ku ji dest tê têdikoşe. Em van êrişan, ji komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê, ji Komkujiya Pirsûsê, ji êrişa li dijî mitînga me ya Amedê ku komkujî pêk hat, ji Komkujiya Dîlokê û ji gelek êrişên bi destê DAIŞ’ê li dijî partiya me hatine kirin, nas dikin. Em ne biyaniyên vê polîtîkayê ne, em dizanin desthilatdarî dixwaze bi tirs, xof û şer teşe bide siyasetê. Em ê destûrê nedin van operasyonan ku gel bera ber hev didin û dixwazin teşe bidin pêvajoya hilbijartinê. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasî, hiqûq û edaletê ew e ku li dijî van êrişan helwesteke hevpar nîşan bidin.  Divê ev rewşa tundiyê were redkirin û kesek nekeve xefika dijbertiyê. Em ê pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgoyê çareser bikin û di siyaseta demokratîk de israr bikin. Pêdiviya me ya bi demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê heye.” 

LI TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA KURDAN E

Di berdewamê de Bûldan anî ziman ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya çareseriyê jî guftûgo û muzakere ne. Em dibêjin ku cihê çareseriyê, parlamento ye. Hûn nikarin bi polîtîkayên tecrîd, înkar û tunekirinê encamekê bi dest bixin. Ji ber polîtîkaya şer a di mijara pirsgirêka Kurd de, ev welat bi salan e di tariyê de tê hiştin. Birînên kûr di nava civakê de hatin vekirin. Li dijî vê tarîtî û neçareseriyê; avakirina aştî û demokrasiya vî welatî berpirsyariya me hemûyan e. Divê çavkaniyên welêt û bûdçe ne ji bo şer, talan û diziyê lê ji bo gel, xizan û edaleta civakî bên xerckirin. Em dibêjin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala şer bisekinin. Bidawîkirina xizanî û nelirêtiyan, bi sekna li dijî vê pergala şer pêkan e. 

NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ HDP’Ê NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ DEMOKRASIYÊ YE

Derdorên siyasî yên ku hebûna xwe li ser bingeha girtina HDP’ê avakirin, xwe dixapînin. Wê ji vê bingehê tu caran demokrasî aj nede. Lewma jî nêzikatiya li hemberî HDP’ê; nêzikatiya li hemberî demokrasî, pêşeroja hevpar û pêkvejiyanê ye. Heke hêj îro jî hêviyên demokrasiyê hebin, ev bi saya têkoşîna demokratîk a HDP’ê, hêzên demokrasiyê, jin û kedkaran e. 

TÊKÇÛNA ABORIYÊ

Yek ji pirsgirêkên din ên lezgîn jî têkçûna aboriyê ye. Desthilatdarî ji bo ku ev mijar nebe rojeva gel, li pey hewldanên cuda ye. Di demekî ku gel ji ber debarê digirî, ew weke ku henekên xwe bi aqilê gel bikin dibêjin; ‘Me Tirkiyeyeke ji hêla aborî ve baş ava kir.’ Bawer im ji bîr dikin ku di Endeksa Sefaletê ya Cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Lê êdî çi bikin jî gel jê bawer nake. Bêrîkên wan tije dibin û pereyan direvînin. Di heman demê de şaredariyên desthilatdariyê veguherîne qadên nelirêtiyê. Ji xwe Dîwana Çavdêriya Darayî jî ev rastî derxist holê. Ji navendê heta herêman, hemû jî veguherîne cihên nelirêtiyê. Bi taybet jî şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin. Ev der tam veguherîne sergoyan. 

LI HEMBERÎ VÊ PERGALA KEDXWAR DIVÊ EM TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ GEŞ BIKIN

Pergaleke hovane ya sermaye û kedxwariyê avakirin ku dibe sedema mirina karker, kedkar û zarokan. Sedema xizantiya li Tirkiyeyê jî ev aboriya ranta mezin û talanê ye. Aboriya bertîl û nelirêtiyê ye. Lewma jî em neçar in li dijî vê pergala kedxwariyê û şer, têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê mezintir bikin. Ev yek, berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Vebijêrka vê ya herî xurt jî Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP ye. 

BERXWEDANA JINAN LI HER DERÊ BELAV DIBE

Rêya me jinan, rêya azadî, wekhevî û jiyana nû ye. Berxwedana me li her devera cîhanê belav dibe. Ber bi serdsaleke nû ve, ber bi sedsala jinê ve gav tên avêtin. Êdî dawiya siyaseta zilam a yekperest tê. Em ê dawî li serdema desthilatdariyên mêr bînin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em jin em ê jiyaneke azad ava bikin. Bi vê boneyê banga min li hemû jinan ew e ku di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan, tundî, îstîsmar, newekhevî, cihêkar û xizaniyê dakevin qadan. 

EZ BI HURMET SEYÎT RIZA BI BÎR TÎNIM

Îro, 85’emîn salvegera qetilkirina Pîr Seyîd Riza û hevalên wî ne. Yên ku Seyîd Riza û hevalên wî bidarvekirin, digotin qey wê gelê Kurd û gelê Dêrsimê bêdeng bikin û serî pê bidin tewandin. Lê belê gelê Kurd ne zilma lê hatiye kirin ji bîr kir û ne jî vîna xwe radest kir.. Ez Seyîd Riza û hevalên wî bi hurmet bi bîr tînim.”