Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe de li Bûrsayê axivî û got: "Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.“

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Bûrsayê bi dirûşma “Li Bûrsayê dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li eywana vexwendinê ya Sûltan a navçeya Osmangaziyê li dar xist. Eywana kongreyê bi alên HDP’ê pankartan hat xemilandin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna şoreşgerî de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  

‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE SÛCÊN XWE VEŞÊRE‘

Di kongreyê de ewilî Hevseroka HDP’a Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan axivî. Erdogan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo rojevê biguherîne her tim senaryoyan dinivîse û got: “Em wek karker, gundî û kedkaran, fîlmên tirsnak û bi kelecan ên ku wan çêkirine heta hestiyê xwe hîs dikin. Dewlet bi dosyayên girtinê yên li hemberî partiya me vekirine, bi dosyayên komploya Kobanê, bi şert û mercên giran ên tecrîdê yên li hemû zindanan bi taybet Girtîgeha Îmraliyê û bi pêkanînên dijmirovahî yên li ser girtiyên nexweş bi taybetî Aysel Tûglûk hewl dide sûcên xwe veşêre."

‘OCALAN DENGÊ AŞTIYÊ YE‘

Piştî axaftina Erdogan, Hevserokê HDP’a Bûrsayê Nadir Kirlilar jî axivî û got: “Em weke HDP çiqasî pesnê xwe bidin jî kême. Li cîhanê tu partiyek ku li hemberî ewqas êrîşan bikare bijî, kêmasiyan tije bike û mezin bibe tune. We ev yek pêk anî. Yê ku welat ber bi hilweşandinê ve dibe bloka desthilatdariyê ye. Ew aştî naxwazin, dixwazin şer heta hetayê bidome. Dizanin ger aştî çêbibe ew ê nikaribin kêliyekê jî li wir bimînin. Çima di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de israr dikin? Ji ber ku ditirsin ger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biaxive dengê aştiyê were bihîstin. Em ê ji vê hikûmeta ku qedera wan bi şer ve girêdaye xilas bibin.”

‘EM Ê XWEDÎ BIRYAR Û GOTIN BIN‘

Piştî axaftina Hevserokên HDP’a Bûrsayê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Ez girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ne, bi taybet Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag silav dikim û hêvî dikim ku di demek herî nêz de li cem me bin.”

Bûldan anî ziman ku li hemû bajaran kongreyên xwe bi coş didomînin û got: “Tevî hemû zext û astengiyan wê HDP bibe deng û hêza her kesî. Tevî hemû astengî û zextan jî em ê li her derê bi gelê xwe re bin. Ji ber ku em ji niha ve dibînin ku partiya demokratîk ya mafan wê di pêşeroja Tirkiyeyê de bibe xwedî gotin û biryar. Ji ber ku HDP deng, gotin, mala hevpar a Tirk, Kurd, Elewî, Sunî, Ermenî, Asûrî, jin, ciwan û hemû bawerî û nasnameyên vî welatî ye.”

‘TÊKOŞÎN WÊ HETA DAWIYÊ BIDOME‘

Bûldan bilêv kir ku ji bo jin û ciwan bibin xwedî gotin û biryar têdikoşin û destnîşan kir ku ev têkoşîn wê heta dawiyê bidome. Bûldan got: “Helbet di destê me de ye ku em Tirkiyeyeke ku tu kes xizaniyê nekêşe, çavkaniyên welat bi awayekî wekhev bên parvekirin û em gelên xwe ji bo siberoja xwe biaxivin û biryar bidin, di destê me de ye. Dema ku em vî karî dikin, em ê dev ji kesekî ku nikaribin destê wî bigirin, dest dilê wî nedin û deriyê wî nexin bernedin. Ev têkoşîn wê bidome heta ku welatê mexdûran, ne yên ku li vî welatî diêşin, bibe welatekî ku ev welat tê de biguhere û veguhere û paşeroj ji nû ve bê afirandin."

'WÊ DESTHILATDARÎ WINDA BIKE‘

Bûldan destnîşan kir ku ji siberojê ditirsin, ji ber dizanin dê siberoja xwe winda bikin û wiha pê de çû: "Hikûmetek heye ku nirxên civakî yek bi yek dixwe. Hikûmetek heye ku tu ehlaqên siyasî, rêgezên exlaqî û zagonan nas nake. Hikûmetek heye ku bi polîtîkayanên li ser civakê dixwaze conk li wan dane. Hikûmeteke heye ku HDP û têkoşîna wê wekî astengiya herî mezin dibîne. Ji siyaseta me, ji helwesta me, ji berxwedana me, ji têkoşîna me ditirsin. Bila tirsa wan berdewam bikin, em ê timî bibin kabûsa wan. Ji ber ku ji me ditirsin bi siyasetê dernakevin pêşiya me, bi dozên siyasî û dozên komployê derdikevin pêşberî me. Haya me ji dozên ku li dijî mafên Tirkiyeyê hatine vekirin heye. Em baş dizanin ku ew bi van dozan ve girêdayî ne. Ger em yek bi yek ji wan re bibêjin, dê ji Bûrsayê heta Enqereyê rêyek ducar be. Hûn mafên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê haya we ji plansaziya van bûyeran heye. Nasnameyên cuda, jin û ciwan di nava nakokiyan de ne. Ew bi hiqûqê re jî di nava dozê de ne. Ew bi her tiştê mirovahî re nakok in ji ber ku me bi van dozan re mijûl dikin ji ber ku siyaset û paşeroja wan qediyaye.”

'GEL HETA MIRINÊ LI BER XWE DIDE‘

Bûldan anî ziman ku li gel dozan, provakator ji avahiyên partiya wan re hatine şandin û tiştên ku 3 roj berê qewimîn bi bîr xist û got:  "Gotina 'Ez ê te bi dîwêr bizmar bikim' ji aliyê polîsekî ve ji hilbijêra gel re hat gotin. Ev ne gotineke ku were daqurtandin e. Em baş dizanin yê ku ev gotin ji kê ferman girtiye û hatiye wir, lê divê baş bizanin ku li hemberî van gefan her yek ji parlementer û rêveberên me yên HDP’ê, dengdêrên me, tu carî serî li ber we natewînin. Ev gotina desthilatdariya xwedî hişmendiya salên 90’î ye. Ji hingê ve gelek tişt guherî. Wê demê gel li ber xwe da, niha jî gelê ku heta mirinê li ber xwe dide heye."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “ Hewl tê dayîn civakê bitirsînin. Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Bila bitirsin, ji ber ku ew ê winda bikin. Girtîgeh veguheriye hawîrdora tecrîdê. Girtiyên nexweş bi mirinê re têdikoşin û her roj binpêkirinên mafan pêk tên. Em dibînin ku ji bo siberoja welat tu wehdên wan nîne. Tevî ku îro li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk nayê jî, ji bo parêzeran cezayê disiplînê yê 6 mehan hat dayîn. Ne malbat ne parêzer dikare hevdîtinê bike, lê careke din qedexe hat dayîn. Tirkiye bûye welatekî ku qanûnên xwe jî pêk nayîne. Yên ku li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tînin, berpirsyar in.”

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Bûldan anî ziman ku desthilatdarî ji bo temenê xwe dirêj bike, polîtîkayên şer xistin dewrê de û wiha got: “Em dizanin ku ji bo temenê xwe dirêj bikin polîtîkayên şer xistine meriyetê. Ya herî girîng jî rastiya AKP'ê heye, ji bo ku Kurd li tu cihî bi ser nekevin û nebin xwedî gotin û biryar, xwe li şer girtiye. Em wek HDP ji bo aştî, ne şer, ji bo jiyanê, ne mirin, ji bo hemû ciwan bibin xwedî pêşerojeke ku li vî welatî di nava aştiyê de bijîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."

DAYIKÊN BERXWEDÊR HATIN SILAVKIRIN

Bûldan di dawiya axaftina xwe de got ku îro Roja Dayikan e û bi lêv kir ku ew dayikên zarokên xwe winda kirine, dixwazin bigihîjin zarokên xwe ji dil pîroz dike û ev tişt got: ‘’Silav li Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, dayika me Emîne Şenyaşar û dayika Denîz Poyrazê. Ji bo ku êdî hew dayikeke me jî bigirî, tişt bi zarokên me nebe dema derxistina AKP-MHP’ê ji dîroka siyasî hatiye. Rêya me hemûyan vekirî be, ya serkeftin ya jî serkeftin.’’

Piştî axaftina Bûldan, namzet bi namzed hatin nasandin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl axivîn û kongre silav kirin.

Piştî hilbijartinê Ceylan Erol Erdogan û Mehmet Dîlek wek hevserokên HDP’a Bûrsayê hatin hilbijartin.