Bûldan: Em ê bi hêza xwe siberojên ronî ava bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civîna Hevserokên Jin ên Bajaran axivî û got, "Em xwe dispêrin hêza xwe. Jin wê siberojên ronî ava bikin."

Hevserokên HDP'ê yên Jin ên Bajaran li navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê li hev civiyan. Di destpêka civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan got, "Hûn bûn hêz, bûn rûmet. Yên ku diviyabû niha bi me re bûna, ji ber kiryarên nehiqûqî yên rejîma otorîter li girtîgehan dîlgirtî ne, hinek jê sirgûnkirî ne. Em van hevserokên xwe, siyasetmedarên xwe yên jin, hevrêyên xwe silav dikin. Ji vê derê em piştgiriya xwe ji wan re radigihînin."

'GIRTIYÊN NEXWEŞ ROJEVA ME YA LEZGÎN E'

Bûldan bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û got, "Ji vê derê em hezkirin û silavên xwe ji Aysel Tûglûk re dişînin. Rewşa ku ew tê de ne, rewşa girtiyên nexweş rojeva me ya sereke ye. Heta ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên rewşa wan a tenduristiyê giran e azad bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bêguman têkoşîna me ya jinê wê van polîtîkayên zilmê têk bibe û em ê di siberojên azad de bi hevrêyên xwe re li hev bicivin. Di vê rêyê de em ê bi hev re bi ser bikevin."

Bûldan ragihand ku newekhevî meseleya herî mezin a civakî ye ku dibe bingeh ji nebaşiyan hemûyan re û got, "Desthilatdariya heyî jî xwe li ser bingeha newekheviyê daye rûniştandin û polîtîkayên newekheviyê dewam dike."

Bûldan destnîşan kir ku ew ji xwerêxistiniyê destpê dikin û dibêjin 'temsîliyeta wekhev' û wiha dewam kir, "Me li her qada têkoşîna xwe, wekhevî, tevlîbûna wekhev ji xwe re kirin pîvana bingehîn. Me sîstema xwe ya hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev bi vê pîvanê dan rûniştandin. Ev sîstem destketiyeke me ya têkoşîna ji keda bi salan e û têkoşîna jinê xurt dike."

'EM XWE DISPÊRIN HÊZA XWE'

Bûldan anî ziman ku civak bi taybetî jî jin di demeke zor û zehmet de ye û got, li dijî rejîma zordar a desthilatdariya mêr a yekperest, li dijî nelirêtiyê, li dijî çetebûnê, li dijî xizaniyê, li dijî talankirina çandî û ekolojîk, li hemberî sûcên li dijî jin, ciwan û zarokan me têkoşîneke dîrokî meşand û dimeşînin. Ne karekî hêsan e, haya me jê heye. Lê belê bi vê têkoşîna mafdar û bi rûmet, em ê aştî, edalet û wekheviyê bigihînin vê xakê. Em ê siberojên ronî bi hev re ava bikin. Jin wê ava bikin. Weke HDP bi taybetî jî Meclîsa Jinê, demeke dirêj me li qadan, taxan, febrîqeyan, atolyeyan, li nava zeviyan kombûn lidar xistin. Em bi gelê xwe, jin ên kedkar li hev civiyan. Di vê pêvajoyê de meclîsên me yên jinê, hevserokên me yên jin kedeke mezin dan. Bawer bikin têkoşîna we, kar û hewldanên we têkoşîna HDP'ê berfireh dike, mezin dike û xurt dike."

Bûldan herî dawî got, "Hêza ku em xwe dispêrin; gelê me ye, jin e, ciwan e. Bawerî û çavkaniya me ya wêrekiyê doza mafdar a gelê me ye, hêza me ye."