Bûldan: Divê muxalefet li ber tecrîda li Îmraliyê û şer rabe

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Divê muxalefet li ber tecrîdê û polîtîkaya şer rabe. Feraseta ku li ber polîtîkaya şer ranebe, wê bibe dûvikê desthilatdariyê."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî.

Bûldan got: “Em li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re tên ba hev, hevdîtinên xwe dikin. Em ê di dawiya hefteyê de jî di konferansa xwe ya Komara Demokratîk de bên ba hev.”

Pervîn Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Hilbijartin nêz bû û em dizanin ku bendewariya gelê me û bi milyonan a ji HDP’ê zêde ye. Çavê her kesî li ser HDP’ê ye. HDP roj bi roj rêya ber bi guherînê ve diçe berfirehtir dike û hêviyan xurtir dike. Ji ber ku HDP bereket û aramiya van xakan û temînata azadiyê ye.

Çiqas pêlên mezin derkevin pêşiya me jî em ê vê keştiyê teqez bigihînin qeraxê demokrasiyê. Ji ber ku rê û armanca me zelal e. Demokrasî ye. Em careke din soz didin ku dê Tirkiyeyê ji vê tariyê rizgar bikin. Dê kesên hewl didin sekn û rojeva HDP’ê biguherînin, hewl didin bêhêviyê biafirînin teqez bi ser nekevin.

Kesên bi kompasan derdikevin pêşberî siyaseta me, dê nekarin bi ser kevin. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû ku doza girtinê bidin piştî hilbijartinan lê AYM’ê red kir. Bêguman sedema vê polîtîkaya red û înkarê ye. Em dizanin ku AYM di bin zexta Qesrê de van biryaran dide. Tifaqa kompasê ya AKP-MHP’ê bi destê AYM’ê destwerdanê li pêvajoya hilbijartinê dike. Lewma ewqas xwedî li doza girtinê derketin. 
 
Ewqas kesên qirêjî ne ku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê bi rêya emniyetê şahidekî nepen afirandin. Bi navê şahidê nepen îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê û tu eleqeya wê bi rastiyê re nîne û komplo çêkirin. Bi lez û bez şandin AYM’ê û wan jî bêyî ku rêgezên hiqûqê esas bigirin biryara bloqekirina hesabên partiya me dan. Tam kompas e.

AKP-MHP, di hilbijartinê de dozger, dadger, hêzên ewlekariyê, walî, mela û burokratan weke ‘hespê Truvayê’ bi kar tînin. Ev besî wan nekir ku niha şahidên nepen lê zêdekirin. Karê wan bi hêviya van şahidan ma ye. Ev kompas, rontgenê herî zelal ê rejîma desthilatdariyê ye ku dixwaze li Tirkiyeyê bi cih bike. Lê bila baş bizanin ku dê ji van kompasan bo wan pariyek dernekeve. Bila şirîkê biçûk ê desthilatdariyê ku weke qeyûmê AYM’ê dixebite jî vê baş bizane; dê siyaseta we têk biçe, HDP dê bihêztir rêya xwe bidomîne. HDP ne pariyeke biçûk e û dê di qirika we de bimîne. Kevneşopiya têkoşînê ya HDP’ê û gelê kurd bi sala ye gelek xefik têk birin û van kompasan baş nas dikin. Seyît Riza ji bo kesên xefik li ber danîbûn wiha digot; ‘Me bi xefikên we nekarî.’ Lê em dibêjin ku gelê kurd û dostên wan dê yek bi yek hemû hîle û xefikên we vala derxîne û faşîzma we têk bibe.

Yên ku pêvajoyeke hilbijartinê ya bêyî HDP’ê difikirin bila baş bizanin ku dê pêşnûmeyên we bibin sergo. Hûn dê ji hêla siyasetê ve tune bibin. Jixwe li gorî anketan roj bi roj dengên we dikevin. Rastiyeke din jî heye ku dê her tim bi dijminatiya we ya li kurdan bên naskirin. Dibe ku hûn zarên bihîle bilîzin! Lê hûn dê di vê kişikê de li hemberî hemleyên HDP’ê şah-mat bibin. Dê li hemberî hewldana demokrasiyê ya bi milyonan têk biçin.

Lingê yekemîn ê kampanyaya hilbijartinê yê tifaqa AKP-MHP’ê kompasên siyasî ne. Lingê din jî polîtîkaya şer e. Piştî ku di meha adarê de biryara hilbijartinê dayîn, dest bi amadekariyên şerekî li dijî Sûriyeyê kirin. Ji ber ku êdî sozeke bidin gel nema ye. Ji bo pirsgirêkên gel jî tu çareseriyên wan nînin. Dixwazin bi rêya şer ser birçîtî û xizaniya gel bigirin. Divê tevahiya raya giştî û muxalefet di ferqa vê rastiyê de be.

Yek ji sedemên ku em ewqas balê dikişînin ser polîtîkaya tecrîdê jî ev e. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan pêl bi pêl li tevahiya welatê belav bû û pergala bêhiqûqiyê ava kirin. Mesele ne tenê îmrali lê tevahiya welêt û gelan e. Tevahiya siyaset û pergala tarî ya gel pê dorpêç kirine, bi rêya tecrîda li Îmraliyê didomînin. Hiqûq û makeqanûn ji holê hatiye rakirin. Îmrali, bi hiqûq û makeqanûneke taybet tê birêvebirin. Welêt, bi makeqanûna tecrîdê re birêve dibin. Îmrali, noqteya sifir a hiqûqê ye.

Binêrin, hefteyek berê ji 7 welatan 35 parêzer, aktîvîst û siyasetmedar hatin Tirkiyeyê. Ev kes, endamên Deleqasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê bûn. Li Amed, Enqere û Stenbolê bi dehan sazî, malbat û partiyan re hevdîtin kirin. Di 28’ê çileyê de jî li Stenbolê daxuyaniyek dan û xwestin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê bidawîkirin. Rastiya ku hemû dinya dibîne, divê siyasetmedarên Tirkiyeyê jî bibînin û li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Muxalefeta ku dibêje ‘em ê dewletê ji rizîbûnê rizgar bikin’ divê ji ewil li dijî tecrîdê xwedî helwest bin ku destpêka vê rizîbûnê ye. Nêzikatiyên ku bingeha pirsgirêkan nabîne, nikare çareseriyê pêş bixe. Em tam di rewşeke wiha ya tecrîd û rizîbûnê de dikevin pêvajoya hilbijartinê. Divê hemû kes di ferqa vê rastiyê de be. 
 
Rêya valaderxistina polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê ku ji bo parastina kursiyên xwe dimeşînin, bi avakirina mezintirîn koalîsyona li dijî şer pêkan e. Feraseteke ku nikare li dijî polîtîkayên şer derkeve, dê nekare xwe xelas bike ku nebe parçeyeke desthilatdariyê. Bi boyaxkirina pergala red û înkarê re hûn nikarin demokrasiyê bînin vî welatî. Divê muxalefet vê rastiyê baş bibîne. Divê hemû kes li dijî lobiyên şer ên dixwazin li Qesra li Beştepeyê tunêla  desthilatdarê ava bikin hişyar be.

Li dijî lîstik û kompasên desthilatdariyê yên li dijî ewlehiya sindoqê, divê yekitiya hêzên demokratîk were avakirin û hevkarî bê kirin. Em ne li vî welatî û ne jî li welatên cîran şer naxwazin. Tu ciwanên me yên ku em bi qurbanî şerê kursiyê yê desthilatdariyê bikin tune ne. Peywira her kesî ye ku bibêje; ‘tu aboriya me ya em bo şer tune bikin’ nîne. Divê gelên me baş bizanin ku êdî tu çareseriyekî ku desthilatdar bo welat bîne nema ye. Bi nêzbûna hilbijartinan re hewl didin çavkaniyên gel ji bo hilbijartinê bi kar bînin. Dibêjin qey dengên gel tên firotin. Ji ber ku zîhniyeta wan ev e. Ji bo ku xanedaniya xwe li ser pêyan bihêlin, serî li tecrîd, şer û kompasan didin.

Ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê dîsa bibe namzetê serokkomariyê, Tifaqa Cumhur di nava hewldanan de ye. Debara gel bi ser guhê wan ve nîne. Erê rast e li gorî makeqanûnê Erdogan nikare cara 3’yemîn bibe namzet. Ev yek pir eşkere ye. Namzetiya wî rewa nîne. Bila li dîrokê cih bigire, heke bibe namzet, em ê bi namzetekî nerewa re rû bi rû bimînin. Lê xuyaye ku dê guh nedin makeqanûnê. Erdogan ê îro Serokkomar Erdogan ê 2018’an nas nake. Heke ew serokkomariya xwe nas neke ma dê gel çima nas bike. Neke nava hewldanên namzetiyê. Jixwe dê gel li ser sindoqan te tune bike û dê nekarî bibî serokkomar.

Heke em bi her welatiyekî/a ku pariyê nanê wî/ê, keda wî/ê, pêşeroja wî/ê hatiye dizîn re bên ba hev, dê teqez rê li ber vê rewşê bigirin. Em bi hev re biqîrin û bibêjin em polîtîkaya tecrîd û şer naxwazin. Em ji wan mezintir in. Hêza ku em li qadan mezin dikin, veguhêzin sindoqan û vê dewranê bi hev re bi dawî bikin. Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî û krîtîk heye.Ji ber ku dê biryara pêşeroja welatê xwe bidin. Dê di navbera kesên dixwazin statûkoyê bi faşîzmeke tund re bidomînin û yên dixwazin welatekî wekhev û azad ava bikin de tercîhek were kirin.

Çawa ku HDP nifteya hemû çareseriyên li Tirkiyeyê be, niha jî dê dê encama hilbijartinan diyar bike. Em bi vekirî dibêjin ku HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê dê vî welatî ji hilweşînê rizgar bike û ber bi pêşerojeke wekhev û azad ve bibe. Em baş dizanin ku ev welat neçarî siyaseta duqutb nîne. Bi sala ye em têkoşîna vê didin û siyaseta vê dikin.

Kesên dibêjin qey tenê kolaneke vî welatî heye û tenê ji wan pêk tê divê baş bizanin ku kolaneke din jî heye ku ew kolan ji kurdan, elewiyan, ermenan, suryanan, ruman, lazan, pomakan û hwd., ji jinan, ciwanan, kedkaran û karkeran pêk tê. Bi milyonan kes hene ku dibêjin welatekî din jî pêkan e. Ev hêz jî bi HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê derket holê. Tifaqa me, tifaqeke herî kevnare ya van xaka ye. Em tenê dikarin bi hêza xwe pêşeroja xwe ava bikin. Ev yekitî dê hêza damezirîner a pêşerojê ye. Cihê her kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de heye. Rêya pêşerojeke demokratîk û Komara Demokratîk, tifaqa me ye. Wer in em vê rêyê di 14’ê Gulanê de bikin rêya serkeftinê.

Kampanyaya piştevaniyê ya HDP’ê pêl bi pêl mezintir dibe. Piştevanî mezin dike û tariyê belav dike. Ji gelek deverên cîhanê ji bo kampanyaya me bersiv tên dayîn. Şano ji bo HDP’ê tên lîstin û li her maseyê cihek bo HDP’ê tê veqetandin. Hemû kes rojeke xwe dide HDP’ê. HDP’iya çawa ku digotin ‘em dengê xwe didin xwe’, niha jî dibêjin ‘em alîkariyê didin xwe.’ Ev yek pir watedar e.

Dixwazim çendek mînakan bidim. Ji ewil hevalê me yê xwendekar Ozgur 20 TL bexş kiribûn û gotibû; ‘ji xwendekarî ewqas.’ Li Wanê dayikekê xwe gihandibû partiyê û gotibû ku ji bo piştevaniyê di mihên xwe firotine. Li Kocaeliyê zarokên malbatekê xercaneyên xwe yên karnameyê şandibûn. Hevalên me lê geriyan û soza serkeftinê dan wan. Li Colemêrgê dayikekê ji bo tevahiya avahiya partiyê bajar keledoş çêkir. Bila keda wê her hebe. Ez çavê Rojava ya biçûk maç dikim ku peredanka xwe bexş kiriye.

Bila kesên kompasan dikin guhên xwe baş vekin û lê guhdar bin; hûn dê nekarin li hemberî kesên xercaneyên xwe yên dibistanê bexş dikin bi ser kevin. Hûn dê nekarin pêşî li ber îradeya dibêje ‘dê cilên xwe bifiroşim lê dê partiya xwe li ser pêyan bigirim’ bigirin. Ev piştevanî nîşan dide pêşeroj ji zû ve hatiye qezenckirin. Dê kesek nekare rê li ber vê îradeyê bigire.”