Bûldan: Di nêz de em ê namzetê/a xwe eşkere bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wê di nêz de namzetê/a xwe yê serokkomariyê eşkere bikin.

4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê li eywana dawetê ya bajêr pêk hat. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankartên “Em bi hêvî û wêrekiyê xwe birêxistin bikin, em faşîzmê têk bibin” û “Soza me ji gelê me re heye, çareserî bi me re ye” hatin daliqandin. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên partiyê, endamên Meclisê, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, Partiya Çep a Kesk, EMEP, Partiya Saadetê, Partiya Gel a Komarê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Komeleya 78'an amade bûn. 

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê û xwendina raporan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan biryara Dadgeha Makeqanûnê ya ji bo astengkirina hesabên partiyên wan û geşedanên heyî nirxand.

Bûldan, anî ziman ku kongreya wan gelek xurt derbas dibe û wiha got: “Îro li her derê Tirkiyeyê HDP heye. HDP li aliyê din jî bûye tirsa hinekan. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê ku hesabên ka ‘em ê çawa HDP’ê asteng bikin û ji siyasetê dûr bixin’ heye. Em dizanin ku derdê AKP’ê û MHP’ê ne pirsgirêkên li welat in. Yekane derdê wan astengkirina HDP’ê ye.”

Di axaftina Bûldan de ev tişt derketin pêş “Dadgeha Makeqanûnê bi biryara xwe alîkariya xizîneyê ya partiya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê HDP’ê desteser kir. Em dizanin ku ev biryar ne hiqûqî ye. Em dizanin ku ev biryar bi fermana qesrê hatiye dayîn. Dikarin hesabên me yên xizîneyê bloke bikin lê tu hêza wan tuneye ku gel bloke bikin. Ev bihiqûqî xebatên hilbijartinê yên AKP’ê û MHP’ê ne. Doza Komployê ya Kobanê, doza girtina HDP’ê, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, betalkirina parlamenterên me, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ji vê yekê re mînak in. 

Em bi desthilateke ku li ser dijminatiya Kurdan siyasetê dike re rû bi rû ne. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tifaqa xespê ya siyasî ye û tifaqeke bêhiqûqîtiyê ye. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vê zilmê heq nakin. Di heman demê de gelên Tirkiyeyê jî dizanin ku ev hemû neheqî û bêhiqûqiyê weke krîzeke cuda li wan vegeriyane. Em dizanin ku wê di demeke kurt de hilbijartin pêk werin. Di kîjan dîrokê de çêbibe bila çêbibe, çi Nîsan çi Gulan çi jî Hezîranê deynê stûyê me ye ku em di hilbijartina ewil de AKP’ê û MHP’ê bişînin sergoyê dîrokê. 

Li dijî hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ku hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Birêz Ocalan re asteng dike, hewl dide polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan belavî her derê Tirkiyeyê bike, hemû çavkaniyên welat ji şer re vediqetîne divê em mil bidin hev. Dixwazim diyar bikim ku divê ev welat bibe welatekî ku êdî dayik rondikan nebarînin. Ji bo vê jî tişta ku em bikin di hilbijartinên pêşiya me de divê bloka AKP’ê û MHP’ê têk biçe.

EM Ê DI DEMEKE NÊZ DE NAMZETÊ/A XWE DIYAR BIKIN

Em ê weke HDP di demekî nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê ji gelên Tirkiyeyê re parve bikin. HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê. Ne bi Tifaqa Cûmhûr ne jî bi Tifaqa Milet tu hevkariya me nîne. Lê nêzîkatiyên me yên rêgezî hene û dema wext hat em dikarin rûnin û biaxivin, em dikarin danûstandinan bikin, em dikarin di nava diyalogê de bin. Bila tu kes HDP’ê bi partiya A an B ve girênede. HDP li Tirkiyeyê vînek e, hêzek e mezin e û partiyeke siyasî ye ku armanc dike di hilbijartinan de rêjeyeke dengan a mezin bigire.

Ez dixwazim gelê me bizanibe ku di hilbijartinên parlementoyê de ji bo mezinkirina tifaqa hilbijartinê ya herî mezin a Tirkiyeyê û Tifaqa Ked û Azadiyê bi hêzên demokrasiyê re ji bo ku tifaqên me yên Kurdî, tifaqên jinan û beşên cuda yên Tirkiyeyê, baweriyên cuda û mezhebên cuda bînin parlementoyê û bi hejmareke zêde ya parlamenteran bikevin parlementoyê dixebitin. HDP ne tenê partiya Kurdan e, partiya Ermen, Suryan, Elewî, Azerî, Terekeme, hemû beşên civakê ne.” 

Piştî axaftinan, di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê pêk hatin de Hacer Karataş û Cengîz Anli ji bo Hevserokatiya HDP'ê yên Qersê hatin hilbijartin.