Buldan: Dema wê ye ku ji AKP-MHP'ê hesab were pirsîn!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got, ''Heta ku AKP-MHP neçe aborî baş nabe. Dema hesab pirsînê ye.''

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li civîna komê ya partiya xwe derheqê rojevê axivî.

Buldan di salvegera 15'an a kuştinê de Hrant Dînk bi bîr anî, diyar kir ew mekanîzmaya ku Hrant Dînk kuştine xweş nas dikin û got, ''Em ji Roboskê nasdikin. Ji Amed, Pirsûs, Enqere û Izmîrê nasdikin. Xwediyê vê mekanîzmayê divê xweş zanibin, ev kuştinên wan, komkujî nayên ji bîrkirin û ji wan re namînin.''

Buldan bi berdewamî krîza aborî ya Tirkiyê bi bîr xist û got, ''Ez bang li hemû welatiyan dikim. dema wê ye ku li dijî qubedetiya desthilata AKP-MHP'ê li sûk, kuçe, meydan, markêtan, li her deverê em bibêjin,''de bes ji derewên we''. Dema wê ye ku em hesab bipirsin.''

Buldan her wiha got,''Navê wê aboriyê ku heqê evdan tê xwarin, nehiqûqî, nehqî, şelihandin ji bo desthilatê wiha bi hesanî tê kirin, Aboriya Sûc û Rantê ye. Di her qonaxa vê aboriyê de herî pir keda jinan tê xwarin.

Hevseroka HDP'ê Buldan bi berdewamî diyar kir heta ku AKP-MHP neçe krîza aborî çareser nabe û got, ''Heta ku AKP-MHP, Erdogan û Bahçelî neçin aborî çareser nabe. Aramî û rehetî nayê vî welatî. Heta ku ev neçin ev çala tarî nayê girtin, pergala talanê naqade. Ev teqez e. Em hêvî dikin ku di hilbijartina pêşî de em ê van bişînin. Wê demê wê aramî û rehetî were vî welatî.''

Têkilî zext û zordariyên li girtîgehan jî Buldan got, ''Yek ji hedefa polîtîkaya ku derve jiyan dorpêç kirî weke ku tê zanîn girtîgeh in. Pergala 12'ê Îlonê li ser girtîgehan ferz dikin. Ji girtîgehan 7 cenaze derketin. Bêwijdanî, nehiqûqiya ku divê girtiyên nexweş demildest berde, bi hêviya mirinê ve dihêle, didome.''

Buldan her wiha bi bîr xistt ku li girtîgehê gef li Leyla Guven hatiye xwarin, ji bo ku gotine, ''zext û zordarî nikarin me çavtirsanî bikin'' cezayê disîplînê li Fîgen Yuksekdag, Edîba Şahîn, Gulser Yildirim û 12 girtiyên din ên jin birîne.

Buldan derheqê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, ''Ji bo çareseriya demokratîk, aştiya civakî rêbaze li ser diyalog û muzakereyê tekane rêya çareseriyê ye. Bi vê çarçoweyê heta dawiyê em ê destekê bidin hevdîtinên diyalogê yên li Imraliyê. Ên ku li aliyekî tecrîda teqez didomînin û li aliyê dî behsa Imraliyê dikin, em ji wan jidil nabînin. Li aliyekî siyasetmedarên demokratîk ên rehîn hatin girtin, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Idrîs Balûken, Gultan Kişanak û hemû hevalên me yên din, li aliyê dî tecrîda girankirî ya li Imraliyê. Em van du rewşên ku têne domandin jî, nîqaşa li ser van du rewşan jî rast nabînin, qebûl nakin. Divê her kes jî vê wiha bizanibe. Em heta dawiyê biryarar in ku zemîna çareseriya demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyeke birûmet biafirînin.''