Bûldan: AKP-MHP hatiye ber hilweşînê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Desteya Giştî ya Meclîsê axivî, diyar kir ku dawiya desthilatdariya AKP û MHP'ê hatiye û got: "Ev pergala talanê wê winda bike."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di hevdîtinên Pêşniyaza Qanûna Butçeyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’an de axivî. Bûldan bertek nîşanî butçeya AKP-MHP’ê ya ku ji danûstandin û tevlêbûnan dûr e da û got: “Ev butçeyek e ku keda bi milyonan dixe bin xizmeta desthilatdariyê. Pirsgirêk û çareseriya wê budçeya redkirin û înkarê ye.”

Bûldan bal kişand ku demê desthilatdariya AKP-MHP’ê hindik maye û got: “Hûn bûn sedem ku welat li erdê bikeve.” Bûldan anî ziman ku ew ê qeyûman ji holê rakin û bilêv kir ku desthilatdarî zirarên mezin dide aştiya civakî. Bûldan qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtina rojnamevanan kir û îşaret bi dijminatiya desthilatdariyê ya ji xwezayê re kir.

DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Bûldan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hatiye ber hilweşînê û got: “Hûn ê binbikevin! Îro bi milyonan daxwaza bi dawî kirina tecrîdê dikin. Lewma em bi israr dibêjin ku çareserî nîqaş û danûstandin e.”

Bûldanê daxuyand ku wê di hilbijartinên serokkomartiyê de berendama wan jin be û wiha pêde çû: "Modela me ya hevserokatiyê ji bo jinan bû destkeftiyeke dîrokî. Niha jî dem dema mezinkirina armancê ye. Ger hûn di sedsala duduyan a komarê de dixwazin jinek serokkomar be, yekane partiya ku ji heq vê derkeve partiya jinan HDP û tifaqa jinan e."